‘Rêxistinan alîkariya me nekir’

Hisên Ilêwî El-Cirad ji bo parastina jiyana malbata xwe ji topbarana bêserûber a rejîma Sûriyê, ber bi herêmên ku QSD`ê rizgar kirine, direve. El-Cirad serpêhatiya xwe ya koçberiyê vegot.

‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
‘Rêxistinan alîkariya me nekir’
26 sibat, 2019   10:20

ABDULLAH EL-MENSÛR / DÊRAZOR

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rêwîtiya koçberî li tevahiya herêmên ku şer li rû daye, dest pê kir. Hindek ji wan berê xwe da dewletên herêmî yên rojavayî û hindekan jî berê xwe da herêma herî ewle li welêt anku Bakurê Sûriyê. Malbata Hisên Ilêwî El-Cirad jî yek ji wan malbatan e. Lê Hisên berê xwe neda dewletên herêmî, ji ber ewlehiyê berê xwe da herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin.

Hisên Ilêwî El-Cirad 42 salî ye û ji gundê Eyn El-Bû Cuma yê herêma El-Şamiye ya bejahiya Dêrazorê ye. Ev gund di bin serweriya rejîma Sûriyê û hevalbendên wê de ye. Beriya 2 salan ew, hevjîn, keça xwe ya zewicî ya ku tevî zarokên xwe bi malbatê re dijî, 3 kur û 6 keçan berê xwe da herêmên QSD`ê.

Hisên Ilêwî El-Cirad rêwîtiya koçberiyê ji destpêka derketina ji mala xwe heya ku digihîje gundê El-Sewa li bejahiya rojavayê Dêrazorê û azarên xwe, ji ajansa me re vegotin.

El-Cirad got ji destpêka aloziya Sûriyê ve ew bi gundê xwe ve girêdayî bû û ruxmî dijwarbûna rewşa madî û zehmetiyên jiyanê derketina ji gund red dike.

El-Cirad heya kêliya ku rejîma Sûriyê topan mîna baranê li sivîlan dibarîne, bi xaka xwe ve girêdayî dimîne. Lê piştî wê bûyerê malbata Hisên bi lez xwe digihîne berava çemê Firatê bêyî ku li paş xwe binêrin. El-Cirad wiha domand: "Ez li ser keçên xwe ditirsîm, ji ber ku min dizanî bi ketina rejîma Sûriyê û hevalbendên wê çaranûsa wan çi be."

El-Cirad tevî malbata xwe heya 7 saetan di nav tirs û xofê de li beravê dimîne. Piştî wê tevî malbata xwe çemê derbas dikin û derbasî gundê El-Zixîr dibin. Ji ber tirsa topbaranê El-Cirad û malbata xwe tenê bi cilên xwe ve ji malê derdikevin ji ber wê yek ji malbatên gund konekî didin wan da ku lê bimînin heya ku cihekî din peyda bikin. Piştî çend mehan ew dikare li gundê El-Sewa yê girêdayî gundewarê rojavayê Dêrazorê cihekî bibîne û koçberî wir dibin.

Zarokên El-Cirad li gundê El-Sewayê ji bo peydakirina pêwîstiyên malbatê yên rojane kar dibînin û di nav zeviyên gund de dixebitin.

Hisên El-Cirad dibêje di dema ku divê rêxistin çalak bin û alîkariya kesên hewcedar bikin bi taybet koçberan, lê ti rêxistinek nehatine gel wan. Ji ber ku rewşa koçberan paşguh kirine tenê bûne jêdera belavkirina fîtneyan di nav gundan de.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma Sûriyê propagandaya rizgarkirina herêman ji çeteyan dike, lê gelek koçber berê xwe didin herêmên QSD`ê ji ber ku ji herêmên dîtir ewletir in. Li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi hezaran koçberên ku piraniya wan ji herêmên rejîma Sûriyê hene.

(şx)

ANHA