Trump û Kim Jong-Un dê sibê li hev bicivin

Koşka Spî diyar kir ku wê sibê serokê DYA’yê Donald Trump serdana Vîetnamê bike û serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un bibîne.

Trump û Kim Jong-Un dê sibê li hev bicivin
26 sibat, 2019   10:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdeva Koşka Spî Sarah Sanders diyar kir ku dê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump roja çarşemê serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un bibîne.

Sarah Sanders diyar kir ku tê payîn Trump di seatên êvarê de bigihîje Vîetnamê.

Her wiha Sanders destnîşan kir ku beriya Trump bi Kim Jong-Un re hevdîtinê çêke, dê bi rayedarên Vîetnamê re civînekî li dar bixe.

Tê payîn ku Trump serdana xwe roja pêncşemê bi dawî bike.

(jo/bm)