Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji şêniyan lêborîn xwest

Şêniyên navçeya Tirbesiyê ji ber bêhna genî ya sergoyê tevî rêyên ku hatine paşguhkirin, bi gilî û gazinc in. Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a navçeyê ji ber derengmayîna bicihanîna sozên xwe lêborîn ji şêniyan xwest.

Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji şêniyan lêborîn xwest
Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji şêniyan lêborîn xwest
Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji şêniyan lêborîn xwest
Şaredariya Gel a Tirbespiyê ji şêniyan lêborîn xwest
26 sibat, 2019   09:56

RÊNAS REMO - KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bêhna genî ya sergoyê (çop) ku bi sedan metreyan ji navçeyê ji aliyê başûr ve dûr e û li nêzî hingaran e, bi gilî û gazinc in. Şêniyan ji 6 mehan anku ji 17`ê Tîrmeha 2018`an ve bang li şaredariyê kir da ku pirsgirêkê çareser bike. Wê demê şaredarî soz dide ku pirsgirêkê çareser bike. Lê şaredariyê heya niha bangewaziyên şêniyan neanîne cih.

Rêyên sereke nehatin sererastkirin

Şaredariya Gel ne tenê kêmasî di çareserkirina pirsgirêka sergoyê de kiriye, lê belê rêyên navçeyê yên sereke bi tevahî sererast nekirine. Ev rê gundan bi navçeyê ve girê didin wekî rêyên Siyahî û El-Hîzam. Her du rê dihat payîn ku di meha Hezîrana borî de bihatana restorekirin lê heya niha tiştek li ser rê xuya nake.

Şaredarî û meclisa navçeyê soz dabû ku dê pirsgirêka geracan û qerebelixa trafîkê çareser bikin. Her wiha di civînekê de ji şêniyan re tekez kiribûn ku dê pirsgirêkê di zûtirîn demê de çareser bikin. Di 19`ê Cotmeha 2018`an de şaredarî û meclisê ji ajansa me re diyar kiribû ku şaredarî geracekê ava dike û dê piştî 3 hefteyan bikeve meriyetê. Lê ev bû zêdetirî 4 mehan tiştek ji wan sozan nehatiye cih.

Girêdayî mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Sûad Hisên ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ji ber nebilezbûna bicihanîna xebatên xizmetguzariyê em lêborînê ji şêniyên navçeyê dixwazin." Sûad destnîşan kir ku derfetên kêm dibin sedema vê rewşê.

Girêdayî pirsgirêka sergoyê û sedemên derengmayîn pêkanîna wê, Sûad Hisên destnîşan kir ku cihê ku ji çopê re hatiye diyarkirin, zinar e û ji bo wan astengiyan çêdike. Tevî wê jî alavên taybet ji bo cureya mîna vê axê kêm in û Komîteya Şaredariyan ya Meclisa Kantona Qamişlo bi şaredariyê re di vî warî de nebû alîkar, ev hemû bû sedem ku proje nîvçe bimîne.

Têkildarî pirsgirêka geracê, Sûad Hisên diyar kir ku proje ji ber ku xwediyên serwîsan bi şaredariyê re nebûn hevkar û tecrubeya kêm a endamên şaredariyê, temam nebû. Ji bo rêyan jî Hisên bal kişand ku budceya ku ji şaredariyê re di vî warî de hatiye diyarkirin, têra sererastkirina rêyên sereke nekir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo ji bo sererastkirina rêyên navçeya Tirbespiyê 25 milyon lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê soza çareserkirina pirsgirêkan di zûtirîn demê de da. Ji aliyê xwe ve şênî li benda şaredariyê ne da ku sozên xwe bîne cih.

(şx)

ANHA