QSD`ê 2 zarokên din ên êzidî rizgar kirin

Di nav sivîlên ku şervanên QSD`ê îro rizgar kirin de, 2 zarokên êzidî jî hene. Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku ew ê her du zarokên êzidî radestî Mala Êzidiyan a Cizîrê bikin

QSD`ê 2 zarokên din ên êzidî rizgar kirin
26 sibat, 2019   08:52

HESEKÊ

Îro di saetên sibê de beşeke din ji sivîlên ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji Baxozê hatin rizgarkirin, gihaştin kampa Holê.

Karwanê sivîlên ku hatine rizgarkirin ji dehan erebe û kamyonan pêk dihat. Bi rêya wan erebe û kamyonan nêzî 2 hezar û 600 jin û zarok û di nav de du zarokên êzidî ku ji Şengalê ne, gihaştin kampa Holê.

Zarokê bi navê Mîlad (13) navê dayika wî Xoxa û Fewaz ismayîl ibrahîm (13) navê dayika wî Edla, her du jî ji Şengalê ne. Her du zarok di nava bi hezaran zarokan de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di êrîşên li ser Şengalê (3`yê Tebaxa 2014`an) hatine revandin.

Nûçegihanê me ku rewşa kampa Holê dişopîne, ragihand ku her du zarok (Mîlad û Fewaz) di nav komeke zarokan de bûn ku malbatên wan tune ne û bi sivîlên ku hatine rizgarkirin re gihaştin kampa Holê.

Ji rêveberên kampa Holê Şivan Mihemed Kerîm diyar kir ku ew ê her du zarokan radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bikin da ku ew jî bi Meclisa Şengalê re bikeve têkiliyê û her du zarokan radestî malbatên wan bikin.

(bx)

ANHA