‘Em hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin’

Jinên her du kantonên Efrîn û Şehba û navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku bi lez tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

‘Em hêza xwe ji berxwedana Leyla Guven digirin’
26 sibat, 2019   09:06

ŞEHBA-HESEKÊ

Berxwedana parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî roja xwe ya 111`an dibe. Tevî wê jî bi dehan çalakger li Kurdistan û Ewropayê bi heman armancê û ji bo piştgiriya Leyla Guven di greva birçîbûnê de ne.

Tevî paşdeçûna tenduristiya Leyla Guven û çalakgerên din, lê rêxistinên navdewletî û hiqûqî xemsar in, daxwazên wan bi cih naynin û jiyana wan xilas nakin.

Girêdayî mijarê jinên her du pêkhateyên Ereb û Kurd ên kantonên Efrîn, Şehba û jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Şehba

Jina bi navê Cîhan Mihemed destnîşan kir ku Leyla Guven bi vîneke xurt çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ruxmî paşdeçûna tenduristiya xwe berdewam dike.

Cîhan diyar kir ku ew hêza xwe ji berxwedana têkoşer Leyla Guven digirin û berxwedana wê ji tevahiya komployên li dijî Ocalan û gelên herêmê mezintir e. Cîhan destnîşan kir ku Leyla Guven bi çalakiya xwe vîn û hêza jinên azad îsbat dike û wiha dewam kir: "Li hemberî birçîbûn û westanê li ber xwe dide, ji ber ku ew tê gihîştiya ku azadiya Ocalan azadiya jinan e.”

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Elîfe Şêx Mihemed a ji pêkhateya Ereb a ji kantona Şehbayê destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven berdewam e û wiha got: "Leyla Guven jineke xurt e, ji ber ku bi fikr û felsefeya Ocalan ve girêdayî ye. Rewşa wê ya niha û redkirina dermankirinê ji cîhanê re îsbat dike ku berxwedana wê tu carî naşikê."

Di dawiyê de Elîfe berxwedana Leyla Guven silav kir û got Leyla bûye sembolek ji sembolên berxwedana jinên azad.

Ji aliyê xwe ve Esmehan Misto got Leyla Guven biryar û siyaseta Tirkiyê ya faşîst der heqê Ocalan de red dike, ji ber wê ew piştgiriya berxwedana wê dike. Esmehan tekez kir ku ew şopdarê fikr û felsefeya Ocalan e ku li pêşiya jinan xêz kiriye da ku civakeke azad û demokratîk ava bike.

Esmehan di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku bi lez mudaxele bikin jiyana çalakgerên greva birçîbûnê xilas bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Dirbêsiyê

Jinên navçeya Dirbesiyê ya kantona Hesekê jî bêdengiya navdewletî li hember tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zêdetirî 3 salan ve şermezar kir û piştgiriya berxwedana Leyla Guven tekez kir.

Jina bi navê Melek Ebdulbaqî anî ziman ku jina Kurd di dirêjahiya pêvajoyên dîrokê de gelek destkeftî bi dest xistine û ji bo doza xwe û gelê xwe yê mezlûm canê xwe feda kiriye. Berxwedana Leyla Guven jî dîrokî ye û rastiya jinên azad teqez dike.

Melek di berdewama gotinên xwe de tekez kir ku ew ê lidarxistina çalakiyan ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd li ber xwe dide bidomînin, ji ber ku ew daxwaza bi milyonan ji gelan e.

Jina bi navê Nesrîn Meimî bang li rêxistinên mirovî kir ku ji bo bicihanîna daxwazên Leyla Guven bikevin nava liv û tevgerê û binpêkirinên dewleta Tirk der heqê gelê Kurd de bisekinînin.

Her wiha jina bi navê Wîsam Osman soza berdewamkirina çalakiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û wiha got: "Têkoşîna jina Kurd ji dehan salan ve berdewam e. Leyla Guven bi çalakiya xwe mînaka jina azad e. Ji zêdetirî sê mehan ve li ber xwe dide û hîna jî berxwedana xwe didomîne."

Wîsam bang li tevahiya rêxistinên mirovî û civakî kir ku li hember daxwazên Leyla Guven bi erkên xwe yên mirovî rabin.

(şx)

ANHA