Beşar El-Esed serdana Îranê kir

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar El-Esed yekemîn car piştî 8 salan, îro serdana Tehranê kir û  hevdîtin bi Hesen Rûhanî û Elî Xamaneyî re pêk anî.

Beşar El-Esed serdana Îranê kir
25 sibat, 2019   19:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA‘yê ya rêjîma Sûriyê, Serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îranê kir û li paytexa Tehranê hevdîtin bi Serokê Îranê Hesen Rûhanî û lîderê wê Elî Xamaneyî re pêk anî.

El-Esed di hevdîtinê de got: "Ji bo pêkanîna berjewendiyên gelên herêmê, ji hikumetên wê tê xwestin ku dev ji guhdarkirina rêveberiya hindek dewletên rojavayî di serî de Amerîkayê berdin, her wiha divê siyasetên hevseng ku li ser binergha rêzdariya xaka dewletan radibe bimeşînin, bi taybet piştî ku tecrubeyên di vî warî de isbat kirin ku encamên serîdanîn û bicihanîna biryarên hin aliyan li şûna ku dewlet xwediyê biryarê xwe, kirêtir e."

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê Irnayê " Xamaneyî bal kişand ser girîngiya baldarî û hişyariya ji komployên siberojê û got, herêma ewle ya ku Amerîkayê hewl dide li Sûriyê ava bike yek ji van komployên xeter in, divê li hemberî wê were sekinandin."