Mustefa Balî gotegotên der barê berdana çeteyan de derewandin

Berdevkê Navenda Ragihandinê yê QSD`ê Mustefa Balî gotegotên li ser dezgehên çapemeniyê têne belavkirin ku şervanên QSD`ê piştî ku çeteyan ji Baxozê derdixin wan serbest berdidin, derewandin.

Mustefa Balî gotegotên der barê berdana çeteyan de derewandin
21 sibat, 2019   11:40

HOGIR NECAR / DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li gundê Baxozê didome. Di Şerê Tunekirina Terorê de bi hezaran sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de ku çeteyan ew wek mertalên zindî bi kar dianîn, hatin rizgarkirin.

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê yê QSD’ê Mistefa Balî der barê rewşa rizgarkirinê li herêma Baxozê û gotegotên hatin belavkirin ku piştî çeteyên DAIŞ`ê ji Baxozê têne derxistin têne berdan, ji ajansa me re axivî.

Balî teqez kir ku operasyonên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên dawîn ên çeteyan de  didomin. Balî got ew operasyonan bi rêbazên ku ewlehiya sivîlan biparêzin, pêk tînin.

Balî destnîşan kir ku  tîmên taybet ên QSD`ê nêzî 3 hezar sivîl rizgar kirin û wiha got: “Me ew birin herêmên ewle. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin ku di hundirê herêma dorpêçkirî de ku çete tê de ne, bi hezaran sivîl û malbatên çeteyan hene."

Balî diyar kir ku bi destpêkirina pêngava QSD`ê re, hêzên taybet ên QSD`ê hene û wiha axivî: “Erka wan ew e ku bi rêya korîdorên ewle sivîlan rizgar bikin. Piştî ku em rizgarkirina Baxozê ragihînin em ê agahiyên hêzên xwe yên taybet ku çawa sivîlan rizgar dikin, ragihînin. Da ku em parastina sivîlên ku heta niha di herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de ne, biparêzin."

Her wiha Balî teqez kir ku şervanên wan sivîlan ji herêmê rizgar dikin û wiha pê de çû: “Çeteyên ku di herêman de ne, 2 rê li pêşiya wan hene. Yan dê xwe radestî QSD`ê bikin an jî dê têk biçin. Di demeke nêz de dê Baxoz rizgar bibe û çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de têk biçin.”

Balî der barê belavbûna hindek raporên hatine belavkirin de ku dibêjin “Şervanên QSD`ê piştî çeteyên DAIŞ`ê derdixin, wan serbest berdidin” de wiha got: “Şervanên QSD`ê ne aliyê erkdar in ku tu kesî serbest berdin. Erka QSD`ê piştî ku wan bigire, wan radestî saziyên ewlekariyê yên Bakurê Sûriyê bike. Ew sazî jî der barê wan de tedbîrên pêwîst digirin. Kesên ku destên wan di kuştina gelê Sûriyê de hebe, nayên berdan. Hindek kes hene neçar man ku li herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de bijîn û bixebitin. Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê wan kesan de jî tedbîran digire.”

Girêdayî hejmara çeteyên ku di demên dawîn de hatine girtin Balî destnîşan kir ku tu hejmareke diyar tune ye, hejmara wan gihîştiye sedan û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Hindek ji wan dixwazin xwe di nava sivîlan de veşêrin û birevin. Ji ber wê tu encamnameya dawîn tune ye.”

Duh hin kanalan belav kir ku QSD`ê bi çeteyên DAIŞ`ê re li hev kiriye, çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirine. Herêm bi temamî hatiye rizgarkirin. Balî wiha bersiva van gotegotan da: “Zêdetirî 200 rojnamevan ji hemû dewletên cîhanê li eniyên şer in. Rizgarkirina sivîlan û şerê li wê derê dişopînin. Tu hevdîtinên me bi çeteyên DAIŞ`ê re çênebûne û tu carî jî çênabin, ji ber ew komeke terorîst e. Ew kesên ku gotegotên bi vî awayî belav dikin, dixwazin rastiyê berovajî bikin û li gorî berjewendiyên xwe derxin."

(bx/bm)

ANHA