Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên

Malbatên şehîdên Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê bi serkeftinên ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest dixe pîroz kirin û gotin: “Sozên zarokên me pêk tên.”

Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên
Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên
Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên
Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên
Malbatên şehîdan: Sozên zarokên me pêk tên
21 sibat, 2019   11:31

BASIL REŞÎD / HESEKÊ

QSD di qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de bi pêş de diçe. DAIŞ di gundê Baxozê yê Dêrazorê de asê maye. Şervanên QSD`ê serkeftinan li dû serkeftinan bi dest dixin.

Bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ’ê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj keyfxweşiya xwe tînin ziman. Malbatên Şehîdan û şêniyên Serêkaniyê ya kantona Hesekê nêrîn û hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Jina bi navê Ayşe Ferhan dayika şehîd Jiyan Tolhildan a ku di pêngava Rizgarkirina Dêrazorê de li gundê Baxozê di 10`ê Sibata 2019`an de şehîd bû, wiha got: “Serêkaniyê jî li dijî komên çeteyan li ber xwe da. Bi saya têkoşîna zarokên me yên şehîd xaka me ji komên çete hate rizgarkirin. Wan bi fedakariyên xwe destanên lehengiyê nivîsandin û li hember êrîşan sekinîn heya gihaştin asta şahedatê."

Ayşe destnîşan ku ew bi şehîdan serbilind in û li kêleka zarokên xwe ne.

Ayşe Ferhan di dawiya gotinên xwe de got ku ew YPG, YPJ û QSD`ê ku çeteyên DAIŞ’ê ber bi têkçûnê ve dibin, pîroz dikin û wiha got: “Em ê şopdarên zarokên xwe bin.”

Welat bê fedakarî rizgar nabe

Bavê Îsmaîl Ferhan şehîd Zêrbend ku di pêngava Şehîd Robar de li gundê Im El-Heyî yê girêdayî bajarokê Silûkê di 22`yê Hezîrana 2015`an de şehîd bûye, wiha got: "Hevrêyên kurê min Zêrbend soza tolhildanê û rizgarkirina tevahiya herêmên ji bin serweriya DAIŞ`ê û komên din da. Îro soza xwe pêk anîn."

‘Bi têkçûna terorê re sozên zarokên me hatin cih’

Bavê şehîd Robar Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihemed ev tişt anî ziman: "Kurê min tevî 13 hevalên xwe di nav refên YPG`ê de di şerên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de li herêma Kintrî ya girêdayî bajarokê Silûkê di 27`ê Sibata 2016`an de şehîd bû. Îro ez tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkeftinên ku QSD`ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi dest dixe, pîroz dikim. Têkçûna DAIŞ`ê tê wateya serkeftineke mezin. Ev serkeftin bi saya soza zarên me pêk hat.”

Gundê Baxozê wek berîka dawîn a DAIŞ`ê li Bakurê Sûriyê ye. Gund ji bo çeteyên DAIŞ`ê nuqteyeke stratejîk bû, ji ber ku nêzî sînorên Iraqê û bajarê Enbar ê Iraqê ye.

(şx/bm)

ANHA