Rûsya û rejîma Sûriyê nahêlin xwarin derbasî kampa Rikban bibe

Şêniyên kampa Rikban a koçberan û leşkerên ku navê opozîsyonê li xwe dikin, destnîşan kir ku polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê rêyên derbaskirina xwarinê yên kampa Rikban girtine. Armanca girtina rê ew e ku koçberan neçar bikin ji herêmê derkevin.

Rûsya û rejîma Sûriyê nahêlin xwarin derbasî kampa Rikban bibe
21 sibat, 2019   11:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Kampa Rikban di dawiya sala 2015`an de ji aliyê Pentagonê ve hatiye avakirin. Kamp bi armanca parastina qeyîda Tenefê ji êrîşan bike, hatiye avakirin. Di kampê de 60 hezar koçberên ji Sûriyê ku zêdetirî wan jin, zarok û leşkerên bi navê opozîsyonê ne, dimînin. Kamp di sêkoşeya sînorê di navbera Urdun, Sûriye û Iraqê de ye.  

Duh Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ew ê 2 rêyên ewle li nêzî kampê vekin ji bo yên dixwazin derkevin, bikarin derkevin.

Li gorî raporên ji kampê tên, rewşa niştecihên kampê gelekî xerab e. Li gorî rapora ku ajansa Ruetersê belav kir, niştecihên kampa Rikban a koçberan û endamên opozîsyonê diyar kir ku rejîma Sûriyê û Rûsya noqteyên çavdêriyê danîne da ku bazirganên ji herêmên di bin serweriya rejîmê de neyên û xwarinê nexin kampê. Ev yek jî dibe sedema bilindbûna bihayê xwarinê û kêmbûna xwarinê.

Fermandarê koma bi navê Mexawîr El-Sewra Muhend Telaî wiha got: "Rê girtin. Nahêlin bazirganên ku xwarinê tînin, bikevin kampa Rikban. Li vir xwarin, ard û sotemenî tune ye, armanc dikin ku bi zorê me ji vê herêmê derxin."

Mehmûd El-Hemîlî ku yek ji niştecihên kampê ye, wiha dibêje: "Rê vekirin da ku zextê li şêniyan bikin da ku berê xwe bidin rejîmê û dest bi girtinan û leşkeriya rejîmê bikin."

Her wiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja duşemê got ku divê kes ji kampa Rikban dernekeve û karê ku Moskov û Şam pê radibin, red kir û got ku divê em bi desteyên NY`yê re bikevin hevkariyê.

Berdevka NY`ê Fedwa Ebilrebih li Şamê got ku rêxistina navneteweyî di biryara pêkanîna rêyên ewle de beşdar nebû û ne li cihê wê bû.

(jo/bm)