Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin

Di dirêjahiya 3 salên şer û berxwedanê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê rojek derbas nabe bêyî ku bûyerên wan rojan bînin bîra xwe. Şêniyên ku li taxê mane, ruxmî ku mirinê ji hemû aliyan ve ew dorpêç dikirin, serpêhatiyên wan rojan vedibêjin.

Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
Şêniyên Şêxmeqsûdê rojên berxwedanê vedibêjin
21 sibat, 2019   11:10

ROZANA DADO / HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd beriya 3 salan şerên dijwar rû dan. Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di dirêjahiya 6 mehan de bi moşekan bê ser û ber êrîşî taxê kir. Ji bilî wêranbûna taxê bi sedan şêniyên taxê bûn hedefên wan êrîşan.

Di wê demê de şêniyên taxê xwe bi xwe ji tevahiya aliyên xedemî û leşkerî ve bi rê ve dibirin û li ber xwe da, şêniyên din jî xwe û zarok di jêrzemînan de parastin.

Şahidiyên şêniyên taxê

Apê Ehmed Diyab Elî yê 80 salî di dema topbaranê de birîndar dibe. Hîna şûnên wan birînan li ser bedena wî xuya ne. Apê Ehmed Diyab Elî got bûyerên ku wê demê rû dane, nayên jibîrkirin. Malên ku bi moşekan hatine hedefgirtin bi temamî wêran bûne, ne mal û ne jî xwediyên wan mane.

Apê Ehmed Diyab Elî wiha wan kêliyan wiha vedibêje: “Em li mal bûn û cîrana me hatibû mêvandariya me. Dema me dengê topbaranê bihîst ez derketim derve. Mala cîranan hatibû hedefgirtin, tiştek ji mal nema, hemû bû kavil. Şêniyan bi lez hewl da malbatê ji bin kavilan derxin lê nekarîn. Roja din bi rêya alavan cenazeyên endamên malbatê ku ji 4 zarokan û 2 jinan pêk dihatin, ji bin enqazan hatin derxistin. Cenaze bi keviran hatibûn parçekirin."

Di dawiyê de apê Ehmed Diyab Elî wiha got: "Wê bûyerê bandoreke mezin li tevahiya şêniyan kir, heya îro di bîra me de ye."

Zarokê bi navê Ehmed Mihemed ê 13 salî tevî malbata xwe li kolana El-Muxabarat li nêzî nuqteyên eniyan dima. Mihemed destnîşan kir ku ji ber nêzbûna mala wan ji çeperên şer re, wî didît çawa ku şervan berê xwe didin eniyan û çawa av û xwarin ji şervanan re dianîn.

Ehmed Mihemed diyar kir ku di wan rojan de ji ber dijwarbûna topbaranê ewlehî tune bû. Ehmed tevî cîranên xwe, xwe li jêrzemîna taxê vedişart. Dema topbaran radiwesta tevî hevalên xwe dilîstin.  Ehmed wiha axivî: “Çendîn peyva şer li pêşiya min were gotin, hevalê min Beşar ê ji pêkhateya Ereb tê bîra min, me bi hev re li taxê dilîst. Rojekê dema me li ber malê dilîst fuzeyek ket, hevalê min bû du parçe û bi dîwar ve zeliqî, ez matmayî mam."

Piştî wê bûyerê malbata Ehmed li Rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi cih dibe.

Kadroyên navenda tenduristiyê ya taxê şahidiyên xwe vedibêjin

Di wê demê de navenda Heyva Sor a Kurd ku niha bi navê Nexweşxaneya Xalid Fecir tê naskirin, navenda tekane bû û yek ji cihên herî zêde bûye şahidê wan kêliyan. Endamên navendê tevî ku derman, hemşîre, kadroyên tenduristiyê û alavên tenduristiyê kêm bûn jî li ber xwe dan.

Hemşîreya bi navê Lava Umer ji endamên nexweşxaneyê ye û di wan demên dijwar de li ber xwe da û birînên şervanan derman kirin. Lava wan rojan wiha bi bîr tîne: “Di nexweşxaneyê de kêmasî di derman, alavên tenduristiyê heta odeyan de hebû. Gelek birîndarên ku rewşên wan dijwar hebûn, bi taybet ên ku rastî êrîşên bi gaza klorê hatibûn."

Lava wiha domand: "Ji bûyerên herî dijwar û biêş di bîra min de maye, dema sivîlek hat nexweşxaneyê û di destê wî de nîvê laşê keça xwe hilgirtiye û pirsa nîvê din li nexweşxaneyê dike û dibêje ew ê here û lê bigire."

Di dawiyê de Lava Umer hêvî kir ku mîna van bûyerên dijwar der heqê sivîlan de pêk neyên û wiha got: "Kê şerê Şêxmeqsûd jiyaye, ne mîna ku pê bihîstiye."

Piştî berxwedaneke bêhempa ya şêniyan li rex şervanên YPG û YPJ`ê, gelek taxên nêzî taxa Şêxmeqsûd hatin rizgarkirina û ji nû ve hatin vejandin.

(şx/bm)

ANHA