Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike

Heyva Sor a Kurd nuqteyên xwe di nava kampa Holê de bi zêdebûna hejmara koçberan re, berfireh dike

Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
Bi zêdebûna hejmara koçberan re Heyva Sor xebatên xwe berfireh dike
21 sibat, 2019   10:47

HESEKÊ

Ji destpêka vekirina kampa Holê di sala 2016`an de ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve ji koçberên Iraqê re, Heyva Sor a Kurd noqteyek li kampê vekir. Hejmara koçberan gihaşt 43 hezar koçberan. Heyva Sor nuqteyek di kampê de vekir da ku koçberan derman bike.

Heyva Sor 2 nuqteyên tenduristiyê li kampê vekirin. Di her nuqteyekê de 3 navendên tenduristiyê hene; yên jin, zarok û hundirîn. Her wiha pêşwaziya rewşên awarte dike û dermanxane bê pere dermanan didin koçberan.

Kadroyên tenduristiyê 24 seatan di nava Heyva Sor a Kurd de kar dikin. 6 kadroyên tenduristiyê û 14 berdestên bijîşkan dixebitin. Her wiha 4 erebeyên rakirina nexweşan hene. Rojane 300 kes berê xwe didin noqteyên tenduristiyê.

Ji ber rewşên awarte, li kampê di her navendeke tenduristiyê de bijîşkek nobetê digire, bijîşk di Heyva Sor a Kurd de bê pere koçberan derman dikin û dermanan jî didin wan, lê dema ku rewşa nexweşan giran be, radikin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Gerînendeyê noqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd Mesûd Remî diyar kir ku wan noqteyên xwe di nava kampê de berfireh kirine, ev yek jî ji ber hejmara zêde ya koçberan e ku ji herêmên Dêrazorê tên. Remî destnîşan kir ku ew li rewşa tenduristiyê ya koçberan dinêrin, ji ber ku di nava koçberan de yên ku bi mayinên çeteyan birîndar bûne, hene.

Koçbera bi navê Eynê Casim El-Mihemed ji bajarokê Sûsê yê rojhilatê Dêrazorê, bi temenê xwe mezin  û destnîşan kir ku Heyva Sor hemû alîkariyan pêşkêşî wan dike û wiha domand: "Em spasiya Heyva Sor a Kurd dikin ku hemû xizmetan pêşkêşî me dikin, ew bê pere derman pêşkêşî me dikin û hemû koçberan derman dikin.”

Ehmed Dawûd Yasîn ji şêniyên bajarê Felûce yê Iraqê ye û diyar kir ku Heyva Sor a Kurd û dermanxaneya wê, rojane pêşwaziya koçberan dike û wan derman dike.

(jo)

ANHA