Girîngiya zimanê Kurdî di semînerekê de hate vegotin

Yekîtiya Rewşanbîrên Herêma Cizîrê şaxê Girkê Legê bi boneya Roja Zimanê Dayikê semînerek li ser girîngiya ziman da.

Girîngiya zimanê Kurdî di semînerekê de hate vegotin
Girîngiya zimanê Kurdî di semînerekê de hate vegotin
Girîngiya zimanê Kurdî di semînerekê de hate vegotin
Girîngiya zimanê Kurdî di semînerekê de hate vegotin
20 sibat, 2019   19:59

QAMIŞLO

Semîner li navenda Yekîtiya Rewşenbîran a Girkê Legê bi amadebûna bi dehan rewşenbîrên herêmê hate dayîn.

Semîner ji aliyê endamê Yekîtiya Rewşenbîran Subhî Ehmed ve hate dayîn. Subhî bal kişand ser girîngiya zimanê û têkiliyên wê bi hebûna netewan re.

Subhî li ser dîroka 21‘ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê got: "21‘ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê ye. Ev roj ji aliyê Rêxistina Unescoyê ve 17‘ê Mijdara 1999‘an de hate ragihandin.Paşê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî hate erêkirin. Ji sala 2000‘î ve ji bo xurtkirina aştiyê û pirbûna zimanan li cîhanê û parastina ziman ev roj wekî rojeke navnetewî tê pîrozkirin. 21‘ê Sibatê sala 1952‘yan de îtîraf bi Tevgera  Ziman a Bilgalî li Bingiladişê hate kirin, piştî xwepêşandana xwendekaran."

Subhî her wiha bal kişand ser zimanê Kurdî û hewldanên qirkirinê ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve û teqez kir ku gelê Kurd bi zimanê xwe ve girêdayî ye, ji bo parastina wê têkoşîneke mezin kir. her wiha destnîşan kir ku Şoreşa Rojava kedeke mezin ji bo vejandin û belavkirina zimanê Kurdî da.

Di dawiya semînerê de beşdaran çawaniya pêşxistina ziman nîqaş kirin.

ANHA