Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin di roja yekemîn de bi dawî bû.

Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
Konferansa ciwanan di roja yekemîn de bi dawî bû
20 sibat, 2019   16:25

KOBANÊ

Duyemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokrartîk ve" îro saet di 09:00‘an de li navenda Çand û Hunerê ya Kobanê dest pê kir. ciwanên ji gelek welatên Rojhilata Navîn Misir, Filistîn, Lubnan, Iraq, Tirkiyê, Ermenistanê beşdarî konferansê bûn.

Kongre bi şermezarkirina Hikumeta Herêma Başûr Kurdistanê ku nehîşt 8 tevger û partiyên ciwanên şoreşger derbasî Bakurê Sûriyê bibin, dest pê kir.

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Harûn Apoyî axivî û Konferas wekî gaveke dîrok ji bi civakên Rojhilata Navîn bi nav kir.

Her wiha axaftin ji aliyê 50 endamê  partî û rêxistinên ciwanan ve hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên grevên birçîbûnê hate silavkirin û hate gotin, armanca wan avakirina Rojhilateke Navîn demokratîk û pirreng e.

Ciwanên ji Partiya Komunist a Sûdanê û Partiya Komunist a Tûnisê bi rêya skype beşdarî konferansê bûn.

Roja yekemîn a konferansê bi pêşandana belgefîlmekî li ser serhildanên gelên Rojhilata Navîn wekî Sûriya, Yemen, Tûnis, Iraq, Filistîn, Lîbiya, Misir û Sûriya bi dawî bû.

Konferans dê sibe dewam bike.

ANHA