Rêveberiya Jin a Tebqayê dewreya duyemîn a hemşîretiyê vekir

Rêveberiya Jin bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya herêma Tebqayê dewreya duyemîn a hemşîretiyê ji bo jinan vekir.

Rêveberiya Jin a Tebqayê dewreya duyemîn a hemşîretiyê vekir
18 sibat, 2019   15:15

TEBQA

6 jin ên ji bajaroka Cirniyê û gundewarên wê beşdarî dewreya duyemîn bûn. Perwerde li beşê destwerdana lezgîn a nexweşxaneya Tebqa ya Wetenî ji aliyê hemşîreyên nexweşxaneyê dê were dayîn.

Di dewreyê de waneyên teorîk û partîkî li ser destwerdana lezgîn, pêçandina birînê, rawestandina xwînê, dermankirina cihê şewatê, kişandina xwînê, derzî û pîvana tensyonê dê werin dayîn.

Der barê mijarê de, Rêvebera Meclisa Jin a Cirniyê Hûda Esaf El-Mihemed girîngiya perwerdeyên hemşîretiyê destnîşan kir û bang li hemû jinan kir ku beşdarî van perwerdeyan bibin.

Tê payîn ku dê perwerde dê hefteyekê dewam bike, rojane 4 saetan werin dayîn.

ANHA