Rêyên bejahiya Dêrazorê têne sererastkirin

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bejahiya rojhilat û rojavayê Dêrazorê dest bi sererastkirina rêyên sereke û yên din kirine.

Rêyên bejahiya Dêrazorê têne sererastkirin
18 sibat, 2019   14:03

DÊRAZOR

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê di sererastkirina rêyên giştî û yên din li bejahiya Dêrazorê de dewam dike.

Komîteya Xizmetguzariyê di xebata xwe de alavên treks, bagir, qelab û sehrîcên (tanker) avê bi kar tîne, her wiha karker û pispor di xebatên rêyan de dixebitin. Her wiha kevirên hûr di sererastkirina rêyan de bi kar tînin.

Xebata sererastkirinê rêyan li rêya bajarokê Kesra 2 km, rêya Kesra Jêrîn li bejahiya rojavayê Dêrazorê 5 km û rêya gundê El-Hermûşiyê 3 km berdewam dike.

Li gorî endamê rêveber û berpirsê Komîteya Xizmetguzariyê dê xebatên sererastkirina rêyan dewam bikin da ku pêşwaziya demsala havînê bikin û zehmetiyên ku rastî şêniyan tên, bên rakirin.

ANHA