Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn

Welatiyên kantona Kobanê di 11`mîn salvegera şehadeta wî de, têkoşer Osman Dadelî (Mamoste Osman) bi bîr anî.

Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
Têkoşer Osman Dadelî li ser gora wî hate bîranîn
18 sibat, 2019   13:47

KOBANÊ

Îro 18`ê Sibatê salvegera 11`mîn ya şehîdbûna Osman Mihemed Hecî (Osman Dadelî) ye ku wek “Mamoste Osman” tê naskirin. Osman Mihemed Hecî di sala 2008`an de di encama îşkenceya rejîma Baasê de şehîd bû.

Bi vê boneyê bi dehan welatiyên Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û saziyên sivîl berê xwe da gundê Dadelî yê rojavayê bajarê Kobanê da ku beşdarî merasîma bîranîna Mamoste Osman bibin.

Merasîm li goristana gund hate lidarxistin. Piştî rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Qenaya Ebîr Casim, endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Rewşen Haçim û kurê Mamoste Osman, Ehmed Dadelî axivîn.

Di axaftinan de rola têkoşer Osman Dadelî ya çespandina biratiya gelan û jiyana hevbeş û birêxistinkirina gel de hate bibîrxistin. Her wiha tekez kirin ku ew ê têkoşîna pêkanîna projeya neteweya demokratîk dewam bikin û hêviyên Mamosta Osman û hemû şehîdan pêk bînin.

Di axaftinan de her wiha têkoşîna Osman Dadelî hate bibîrxistin û hate gotin ku wî bi şev û roj ji bo azadiya gel xebat kiriye ta ku gihîştiye şehadetê. Her wiha axaftinan bal kişand ser zor û îşkenceya ku ji aliyên rejîma Baasê ve li dijî Osman Dadelî hate meşandin, bi taybet dema ku di zindanên rejîmê de bû.

Di axaftinan de soza bilindkirina têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeya azad û demokratîk hate nûkirin.

Kurtejiyana şehîd Osman Dadelî

Osman Dadelî sala 1946`an li gundê Dadelî yê rojavayê Kobanê ji dayik bû. Xwendina destpêkê, amadehî û navendî li Kobanê xwend û paşê fakulteya hiqûqê li Zanîngeha Helebê xwend.

Dadelî piştî du salan xwendina li zanîngehê berda û li gundê xwe û gundên Kobanê, bajarên Minbicê û Babê 7 salan mamostetî kir, ji wê çaxê ve wek “Mamoste Osman” hate naskirin.

Di salên 1980`yî de Dadelî tevgera Azadiyê nas kir û dest bi têkoşînê kir. Di sala 1990`an de Mamoste Osman wek endamê parlemana Sûriyê yê Kobanê hate hilbijartin. Piştî ku dema parlemaniyê derbas bû, Dadelî careke din bû berendamê parlemanê û tevî ku dengên bilind jî anîn, lê rejîmê rê neda ku wî derbasî parlemanê bike, ji ber ku ew xwedî bandoreke mezin bû di parlemanê de.

Piştî ku parlemanê derket ji aliyê rejîmê ve hate girtin û 3 mehan ma di zindanê de. Di sala 1999`an de careke din hate girtin û 2 mehan di zindanê de ma.

Di sala 2006`an de wezîrê derve yê Tirkiyê hate Sûriyê û bi rejîmê re hevpeyman îmze kir. Li gorî wê pêwîst bû ku hemû endamên PYD`ê bêne girtin, lewma rejîmê Osman Dadelî û Ayşe Efendî ji Kobanê girtin birin zindana ewlehiya siyasî ya Helebê. Rejîmê nehişt malbata Dadelî serdana wî bike.

Dadelî di zindanê de rastî îşkenceyê hat û ew bi navekî din veguhestin nexweşxaneyê. Piştî demekê malbatê ew dît lê rewşa wî ya tenduristiyê ne baş bû.

Roja 18`ê Sibata 2008`an Osman Dadelî ji ber îşkenceya di zindanên rejîmê de jiyana xwe ji dest da.

(kn)

ANHA