Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk 2 komîteyên nû ava kirin

Ji bo rûniştandina têgeha perwerdeyê di nav çînên civakê û endamên saziyan de Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk komîteyên perwerde û lêkolînên civakî ava kirin.

Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk 2 komîteyên nû ava kirin
17 sibat, 2019   10:58

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Perwerde ji mirovan re hewcedariyeke bingehîn e, Rêveberiya Giştî ya Akademiyên Civaka Demokratîk komîteyên perwerde û lêkolînên civakî ava kirin. Erka her du komîteyan ew ku rêgeza pêşxistina dayîna perwerdeyê di nav akademiyan û saziyên sivîl de bi pêş bixe.

Komîteya Perwerdeyê çavdêriya xebatên perwerdeyê di saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de ya herêma Tebqayê dike. Her wiha komîteyê li gorî bernameyeke diyar, birêxistinkirî û bi koordîneya di navbera rêveberiya saziyê û komîteya perwerdeyê de, çavdêriya erkdarkirina perwerdekaran ji endamên saziyê re dike.

Girêdayî girîngiya avakirina Komîteya Perwerdeyê, endamê rêveber ê Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk  Mehmûd El-Îsa wiha got: "Bi rêya kesên ku ji dewreyên fikrî yên akademiyê derçûne, em ê pêşxistina xebatên perwerdeyê di nav komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl de berdewam bikin. Ji erka me ye wek Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk em têgeha perwerdeyê di nav çînên civakê û rêveberiyê de xurt bikin. Ji ber ku perwerde bingeha pêşketin û pêşxistinê ye û li ser rêgezên perwerdeya rast em dikarin civaka xwe ava bikin û bi pêş bixin."

Komîte dê bi koordîneya komîteyên Rêveberiya Sivîl ji her saziyekê 2 endam erkdar bikin da ku çavdêriya xebatên perwerdeyê bi awayekî birêxistinkirî bikin û bernameyên perwerdeyê li gorî xebata her saziyekê diyar bikin.

Ji girîngtirîn erkên Komîteya Lêkolînên Civakî ew e ku bi awayekî kûr lêkolînan bimeşîne û bigihîje forma herî hêsan ku her kes dikare fehm bike.

Girêdayî heman mijarê endamê rêveber ê Komîteya Lêkolînên Civakî ya Navenda Akademiyên Civaka Demokratîk Husam Inad behsa armancên komîteyê û xebatên wê kir û wiha got: "Ji destpêka xebatê di komîteyê de me bernameyek diyar ji bo analîzkirina semînerên fikrî yên ku cih di bernameya akademiyan de digirin, me danî. Em hewl didin astengiyên ku rastî xebatên perwerdeyê tên derbas bikin. Ji xebatên destpêkê yên komîteyê, me waneya têgehan analîz kir û şaşiyên ku tê de hene, me sererast kirin."

Xebatên perwerdeyê armanc dike ku mirovan ji aliyên fikrî û pratîk li ser tevahiya astan bi pêş bixe û wî amade bike da ku erka xwe baş pêk bîne û rola xwe çalak bike.

Husam Inad gotinên xwe girêdayî xebatên komîteyê wiha domandin: "Di dema niha de piştî amadekirina waneya têgehan û şîrovekirina wateyên wan, me wane radestî Rêveberiya Akademiyan kir da ku bixe nav bernameya perwerdeyê. Niha em li ser analîzkirina waneya Rexne û Xwerexnekirinê dixebitin. Ev wane gelekî girîng e, bi rêya wê mirov dikare bi rêya îtîrafkirina bi şaşiyan û sererastkirina wan, xebata saziyan bi pêş bixe.”

(şx)

ANHA