Trump ji Ewropayê xwest DAIŞ’iyên xwe bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji dewletên Ewropayê xwest ku welatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞ’ê de ku li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) girtî ne, wergirin.

Trump ji Ewropayê xwest DAIŞ’iyên xwe bibe
17 sibat, 2019   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yên Twitterê got “xîlafet” dê hilweşe, lewre divê Brîtanya, Almanya, Fransa û dewletên Ewropayê yên dîtir 800 çeteyên rêxistina DAIŞ’ê yên ku li Sûriyê hatine girtin, wergirin.

Trump wiha got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê neçar bimîne ku dema van dewletan çekdar wernegirtin, serbest berde û tevî ku ev yek jî ne baş e.”

(fr)