Li Reqayê hezar û 400 astengdar li benda lebatên çêkirî ne

Li bajarê Reqayê Tîma Afirînerên Hêviyê desteka derûnî, fizîkî û çêkirina lebatên kêm ji kesên astengdar re pêşkêş dike. Di vê çarçoveyê de tîmê, 14 jê zarok, ji 36 kesan re lebatên kêm çêkirin. Li gorî tîmê hejmara kesên astengdar ku ji wan re lebatên çêkirî pêwîst in, gihîştiye hezar û 400’an.

Li Reqayê hezar û 400 astengdar li benda lebatên çêkirî ne
Li Reqayê hezar û 400 astengdar li benda lebatên çêkirî ne
Li Reqayê hezar û 400 astengdar li benda lebatên çêkirî ne
17 sibat, 2019   09:22

REQA

Çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê di dema dagirkirinê de bi cezayê “qesasê” îşkence li şêniyan dikir û gelek jê astengdar mane. Her wiha çeteyan bi hezaran mayin li pey xwe hiştin. Di encama teqîna mayinan de bi sedan şênî birîndar bûn û bûn astengdar.

Tîma Afirîneriyê ya Hêviyê, 14 jê zarok, ji 36 kesan re lebatên çêkirî (sinaî) peyda kirin. Tîm destpêkê rewşa zarokan û kesên xwedî malbat di ber çavan re derbas dike. Tîm rojane astengdaran pêşwazî dike, yên ku pêwîstiya wan bi dermankirinê hebe, derman dike û yên lebat (organ) jê re pêwîst bin jî, hewl dide lebatan jê re peyda bike.

Yek ji şêniyên ku di encama teqîna mayinê de lingê wî qut bûye jî Telal Emar (30) e. Telal lingê xwe yê rastê winda kiriye. Tîmê lingekî çêkirî da Telal û niha jî bi awayê fizîkî tedawî dikin, ji bo lingê çêkirî cihê xwe di lingê wî de bigire.

Pisporê dermankirina fizîkî Elî El-Hisên destnîşan kir ku ew xizmetê ji kesên qurbaniyên şer re pêşkêş dikin. Destpêkê cihên ku qut bûne bi rêya dermankirina fizîkî sererast dikin. Piştre li ser bikaranîna lebatên çêkirî perwerde tê dayîn. El-Hisên destnîşan kir ew zehmetiyan di aliyê peydakirina lebatên çêkirî de dikişînin.

Rêxistina Afirînerên Hêviyê yek ji rêxistinan e ku bi dilxwazî dixebite. Lebaatên çêkirî ji bo şêniyên Reqayê yên ku lebatên xwe di şer de winda kirine, peyda dikin. Xizmetê ji hemû temenan re pêşkêş dikin. Heta niha rewşên astengdariyê yên ji ber şer ku tîmê tomar kirine,  gihîştine hezar û 400’an.

Di tîmê de zêdetirî 10 endam bi dilxwazî dixebitin, di nav de bijîşkek pisporê çêkirina lebatên çêkirî û pisporê dermankirina fizîkî hene. Navenda xebatê ji du odeyan pêk tê. Yek ji bo dermankirina fizîkî û ya din jî ji bo perwerdeya li ser bikaranîna lebatan e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dema şêniyên Reqayê vegeriyan bajarê xwe, gelek mayinên DAIŞ’ê bi wan ve teqiyan.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ve û tîmên endezyariyê yên girêdayî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehiya şêniyan rojane xebatên rakirina mayinan dimeşînin.

(şx/bm)

ANHA