MJS: Em vedenga dengê Leyla Guven in

Meclisa Jinên Sûriyê nameyeke piştgiriyê ji bo hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 102 roj e di greva birçîbûnê de ye, şand û bang li hemû cîhanê kir ku bibin bersiva Leyla Guven.

MJS: Em vedenga dengê Leyla Guven in
17 sibat, 2019   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ev 102 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Meclisa Jinên Sûriyê (MJS) nameşeke piştgiriyê ji Leyla Guven re şand û piştgirî da berxwedana Leyla Guven.

Name wiha ye:

"Silaveke serbilindî ji hevala têkoşer re ku ji bo rakirina zilmê serî hilda û got êdî bes e. Dengê wê xwînxwar tevlihev kirin. Bang li wijdanê cîhanê dike û bi israr û vîn li dijî faşîstan sekinî. Di demekê de ku rêxistinên navneteweyî û hikumetên cîhanê ji zilma Erdogan re bê deng man, Leyla rabû ser pêyan û daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan kir.

Leyla dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bi çalakiya xwe amûra desthilatdarî û zilmê şikand. Cîhanê dengê te guhdar kir. Dengê te ji Filistînê heya Sûriyê, ji Iraqê heya Ewropayê hemû cîhan rakir ser pêyan.

Em ku 5 salan bi çeteyên DAIŞ`ê re ku ji aliyê Tirkiyê ve dihatin xwedîkirin, rû bi rû hatin, em êşa ku tu dikişînî baş dizanin.

Em wek jinên Sûriyê rewşa te dişopînin û rewşa te ya tenduristiyê ku ev zêdetirî 100 roj e di grevê de yî, ber bi xetereyê ve diçe. Tu xwarin û dermankirinê qebûl nakî. Em vedenga dengê te ne.”

MJS’ê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku rabe ser pêyan û daxwaza Leyla Guven pêk bîne.

(jo/bm)

ANHA