Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê xebatên piştgiriya cotkaran didomîne

Gerînendetiya Çandiyê ya Komîteya Aborî ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê pêwîstiyên cotkaran ji tov û semad, bi armanca zêdekirina hilberînê û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê peyda dike. Miqdara tov û semadê ku li cotkaran hatiye belavkirin, gihaşt zêdetirî 800 ton tov û 400 ton semad.

Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê xebatên piştgiriya cotkaran didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê xebatên piştgiriya cotkaran didomîne
Gerînendetiya Çandiniyê ya Tebqayê xebatên piştgiriya cotkaran didomîne
17 sibat, 2019   08:33

TEBQA

Ji destpêka vekirina deriyê ruxsetiyê ji hilberîna zivistanê re di nav plansaziya çandiniyê ya 2018-2019`an de di destpêka Cotmeha 2018`an de, Komîteya Çandiniyê belavkirina tov û semad li cotkaran didomîne. Miqdara tovê genim ku hatiye belavkirin bi her du cureyên xwe ve yên hişk û nerm gihaşt zêdetirî 800 tonan.

Ji bo semadê jî, komîteyê du cureyên semadê radestî cotkaran kirin; yorya û super fosfat. Miqdara ku hatiye belavkirin gihaşt zêdetirî 400 ton semad.

Di sala 2018`an de Gerînendetiya Çandiniyê bi çavdêriya komîteyên çandiniyê yên girêdayî wê, serdana malên gel û meclisên herêmî kir da ku ji wan re plansaziya çandiniyê ya zivistanê ragihîne. Li gorî wê divê cotkar hindek girtekan bînin cih da ku ruxsetên çandiyê bigirin û madeyên pêwîst ji semad û tov li gel sotemeniyê wergirin.

Girêdayî mijarê hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê endezyar Xalid El-Esker destnîşan kir ku gerînende ji bo bilindkirina asta hilberînê û bicihanîna rêgeza xwetêrkirinê ji 4 mehan ve xebatên belavkirina tov, semad û sotemeniyê li cotkaran, her yek li gorî ruxseta wî û miqdara ku jê re hatiye diyarkirin, berdewam dikin.

Li gorî Buroya Lêkolînên Çandiniyê di sala borî de rûbara zeviyên çandiniyê gihaşt 170 hezar hektar bejî û 8 hezar hektar avî. Tevî wê jî projeya El-Siwêdiyê bi rûbera hezar û 52 hektar û projeya El-Widyan hezar û 650 hektar.

Xalid El-Esker destnîşan kir ku astengiya tekane ku rastî wan tê, di pêkanîna plansaziya zivistana 2018-2019`an de, peydakirina dermanên çandiniyê ye.

Xalid diyar kir ku ji ber derfetên kêm ew nikarin dermanan peyda bikin. Her wiha tekez kir ku komîteyên têkildar serdana zeviyan dikin û wê lêkolîn dikin. Tevahiya nîşaneyên destpêkê yên ku ji wan komîteyan derketine, tekez dikin ku her du hilberînên genim û ceh nexweşî lê tune ye.

Li herêmê baran bi awayekî baş barî û ew jî bi xwe re lêçûna avdanê li cotkaran kêm kir. Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li cotkaran kiribû da ku sûdê ji rewşa hewa bigirin.

(şx)

ANHA