Kêliyên bi Ocalan re nayên jibîrkirin

Şêniyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, diyar kir ku Ocalan rewşa Kurdan guherand û çirûska şoreşê li tevahiya Kurdistanê bi fikr û felsefeya xwe pê xist û mirovahî bi nirx kir.

Kêliyên bi Ocalan re nayên jibîrkirin
17 sibat, 2019   08:28

DÎCLE EHMED / KOBANÊ

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê yên bi serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, qala kêliyên hevdîtina bi Ocalan re kir.

Şewketê Mixawîr ê ji gundewarên Kobanê di sala 1997`an de li Helebê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Hevdîtin 2 saet û nîvan berdewam kiriye. Şewket Mixawir dibêje ku ruxmî dema rûniştinê ya kurt, lê têrê kir ku kesayeta Ocalan bandorç lê bike. Ji wê demê ve gotina “Tiştên em dikin, em dikarin veguherînin hêzekê. Bi wê hêzê em dikarin serkeftinê bi dest bixin.” di bîra Şewşet Mixawîr naçe.

Ocalan pêwîstiya yekrêziya refa Kurd tekez kir

Şewket Mixawîr dibêje wan bi gelek şêniyan re goftûgo bi Ocalan re kirin.

Mixawîr hinek gotinên Ocalan bi bîr anîn û wiha vegot: “Rêber Abdullah Ocalan pêwîstiya refa Kurd, pêşxistina fikra azad, zêdekirina zanabûnê, baweriya bi xwe û bi karînên cewherî  tekez dikirin. Ocalan ji me re diyar kir bi rêya van rêgezan em ê bigihîjin armancên xwe û li hember zilmê bisekinin. Rêber Ocalan gelek bandor li min kir, tevahiya aliyên fikrî, giyanî, çawa hêz û baweriya xwe bi xwe zêde kiriye.”

Mixawîr wiha domand: "Bi fikr û felsefeya Ocalan di şoreşa me de gelek deskeftin hatin bidestxistin. Em bi şev û roj li ser şîretên wî kar dikin. Niha şîreteke wî di bîra min de ye. Rêber Apo ji min re digot dema em baş bi erkên xwe rabin em ê gelek destkeftiyan bi dest bixin. Her tim ji me dixwest em banga mafên xwe bikin, ji bo îsbatkirina nasnameya xwe kar bikin û ji bo doza xwe tê bikoşin da ku ji gelên bindest re bibin pêşeng."

Şewket Mîxawîr tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: “Rêber Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberekî navneteweyî ye. Rêberê mirovahiyê û gelên bindest e. Rêber Ocalan hewl da yekrêziya refa Kurd, civakeke azad û ferdên azad ku xwe bi xwe, xwe  bi rê ve dibin, ava bike. Lewre divê gelên fikra rêber Ocalan nas kirine, li dijî tecrîda dewleta Tirk a li ser rêber Apo ferz kiriye, serî hildin.”

Şewket Mîxawîr di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û wiha axivî: “Gelê Kurd isbat kir ku ew xwedî vîneke xurt e û berxwedana Leyla Guven isbata herî mezin e. Divê gelê Kurd li dijî zilmê serî hilde. Rêber Ocalan li dijî dîktatoriyê û zilmê serî hilda.”

Rojbûneke nû

Şêniyê bi navê Ebdo Şêxo jî di sala 1995’an de li Şamê hevdîtin bi Ocalan re pêk aniye. Ebdo salekî li gel wî dimîne. Şêxo rûniştina xwe bi Ocalan re wek `rojbûneke nû` diwesifîne û wiha dibêje: “Peyv nikarin kesayeta Ocalan pênase bikin. Lê ez dikarim bibêjim ku rêber Ocalan xwedî kesayeteke zanyar e û di tevhiya warên dîrokî, felsefî, erdnîgarî, dîplomasî, siyasî, leşkerî û îdeolojî de têgihiştî ye."

Ebdo Şêx destnîşan kir ku Ocalan eleqedariyeke mezin dida hevalên xwe û wiha pê de çû: "Wateya rihê hevaltiyê li gel rêber Ocalan tiştekî pîroz e û jê re rêzdar e. Ocalan wiha digot; tişta buha û pîroz ew giyan e û semyanê me rihê hevaltiyê ye. Ji ber wê divê em jê re rêzdar bin û wê pîroz bikin."

Ebdo Şêxo destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şev û roj ji bo pêkanîna armancên birêxistinkinê tê dikoşiya. Ebdo Şêxo tekez kir ku Ocalan nirxeke mezin daye mirovahiyê û mirovahî pîroz kiriye.

Ebdo Şêxo dît ku tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirina ne exlaqî û mirovî ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Armanca vê tecrîdê gelê Kurd e. Divê civak vê tecrîdê qebûl neke û ji bo rakirina tecrîdê û azadiyê serî hilde. Em bang li tevahiya rêxistinên mirovî û dewletên ku banga mirovahiyê û mafên mirovan dikin ku tecrîdê bi dawî bikin.”

(şx/bm)

ANHA