Angela Merkel: Vekişîna Amerîka ji Sûriyê wê hêza Rûsya û Îranê xurt bike

Li gorî AFP‘ê şêwirmenda Almanya Angela Merkel hişyarî da ku eger Amerîka  leşkerên xwe ji Sûriyê bi lez bikşîne wê Rûsya û Îran rolaxwe di herêmê de xurt bikin.

Angela Merkel: Vekişîna Amerîka ji Sûriyê wê hêza Rûsya û Îranê xurt bike
16 sibat, 2019   15:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Angela Merkel got: "Gelo hizira Amerîkayê ya vekişîna bi lez ji Sûriyê baş e? An jî wê carek din rola Îran û Rûsya li herêmê bi hêz bike?"

Rojnameya Washington Post ya Amerîkayê got, piştî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê dê rayedarên Amerîkî yên leşkerî zextê li hevalbendên DYA`yên li Ewropayê bikin da ku ji bo avakirina herêmeke tampon li ser  sînorê Sûriyê Tirkiyê re bi sedan leşkeran erkdar bikin.

Li gorî rojnameyê sînatorê Amerîkayê Lindsey Graham ji piraniya beşdarên Ewropayê ragihand ku wî bi awayekî berfireh plan bi Trump re nîqaş kiriye. Lindsey Graham got li ser bingeha wan gotûbêjan dê rayedarên Amerîkayê di civînên xwe yên dualî de ji hevalên xwe yên Ewropayê bixwezin ku tev li palnê bibin.

Girêdayî heman mijarê Serbazê Amerîkayê Joseph Fotill duh ji CNN re got ew ne bi biryara Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ye û hişyarî da ku têkçûna DAIŞ`ê hîna dûr e.

Joseph Fotill got: "Şîreta min ya leşkerî ne bi taybet a vê demê bû… Bi rastî min ê ew pêşniyar neda. Hîna fermandar (Xîlafetê), çekdar û alîkarên wê hene. Ji ber wê zexta leşkerî ya domdar ji bo berdewamkirina tunekirina terorê pêwîst e.

Her wiha AFP‘ê ragihand ku fermendarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Serbaz Raymond Thomas ji bo ragihandina serkeftinê li dijî DAIŞ`ê, hişyarî da û got DAIŞ`ê hîna di bargeha dawîn de li ber xwe dide.

(şx)