`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`

Kesên serdana konê çalakiya greva birçîbûnê ya navçeya Tirbespiyê kirine gotin vîna gelên azadîxwaz ji gefên û komployên dewletên kapîtalîmz di serî de Tirkiyê mezintir e. Her wiha destnîşan kirin ku ew di çalakiyên xwe de heya bidawîkrina tecrîdê berdewam in.

`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`
`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`
`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`
`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`
`Vîna gelê azadîxwaz ji komployan bi hêztir e`
16 sibat, 2019   15:53

QAMIŞLO

Li navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina komployan navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û piştgiriya Leyla Guven bi pêşengtiya Kongreya Star greva birçîbûnê beriya du rojan hatibû destpêkirin. Konê çalakiyê li ber navenda Kongreya Star hate vedan. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li çalakiyê bûn.

Greva birçîbûnê îro di roja sêyemîn de bi dawî bû. Şandeyên ji Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD), Meclisa Herêma Qamişlo serdana çalakiyê kir. Di bin konê çalakiyê de endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb û hevserokê Herêma Qamşilo Selman Şêxê axivîn. Her duyan berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê silav  kirin.

Di axaftinan de hate gotin, vîna gelên azadîxwaz ji gefên û komployên dewletên mêtinger di serî de dewleta Tirk mezintir e. Ew dewlet li dijî berjewendiyên gelên bindest in bi taybet gelê Kurd yê ku fikra Ocalan  ji xwe re kiriye bingeh.

Kesên axivîn gotin bi saya felsefeya Ocalan û têkoşîna ciwanên pêkhateyên Bakure û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ`ê êdî nefesa xwe ya dawîn distîne.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê û silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê bi dawî bû.

(şx)

ANHA