Çalakgerên greva birçîbûnê: Imralî veguherî jêdera azadiya gelan

Çalakgerên greva birçîbûnê ya Tirbespiyê gotin girtîgeha Imraliyê veguheriye jêdera azadiya gelan û destnîşan kirin ku çalakiyên wan heya azadiya Ocalan wê berdewam bikin.

Çalakgerên greva birçîbûnê: Imralî veguherî jêdera azadiya gelan
15 sibat, 2019   20:34

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Çalakiya greva birçîbûnê ya Tirbespiyê derbasî roja xwe ya duyemîn bû. Konê çalakiyê li ber navenda Kongreya Star ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, piştgiriya Leyla Guven û berxwedana zîndanan hate vedan.

Çalakgerên greva birçîbûnê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku komploya navneteweyî yekîtiya gelên azadîxwaz kir hedef.

Çalakgera bi navê Nalîn Temo destnîşan kir ku Ocalan bi rêya fikr û felsefeya xwe ya ku banga azadiya jinê, yekîtiya pêkhateyan û xilasiya ji mêtîngeriyê dike, rolek di ronîkirina rêya azadiyê û têkoşînê de ji tevahiya gelan re lîst û got:” Ji ber wê dewletên komploger Ocalan dîl girtin.”

Nalîn wiha domand: "Girtîgeha Imralî veguheriye jêdera azadiya gelan û ew tişt dijmin nikarî rawestîne."

Ji aliyê xwe ve çalakgerê bi navê Elî Nayêf bal kişand ser hewldanên dewletên kapîtalîzmê û mêtingeriyê ji bo bidawîkirina şoreşa rizgariya gelan û got: "Bi rêya komploya der heqê Ocalan de xwestin şoreşa gelan tune bikin, lê fikr û felsefeya Ocalan ji tevahiya pêkhateyan re bûne minare."

Çalagerê bi navê Ebdulrehîm Hiso destnîşan kir ku piştî serketina tecrubeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên herêmê qebûl nakin vegerin bin serweriya hikumetên zordest û wiha dewam kir:” Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn û çalakî berdewam in. Ji ber wê îro gelê herêmê bi tevahiya pêkhateya xwe ve ji Kurd, Ereb û Suryan li rex hev di bin konê çalakiyê de komplo şermezar dikin.”

Telat El-Hebîb destnîşan kir ku ew ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan tev li çalakiyê bûne. Telat diyar kir ku ew di çalakiyên xwe de heya şikandina tecrîdê û azadiya Ocalan berdewam in.

(şx)

ANHA