Li Lubnanê Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê çalakî li dar xistin

Kurdistaniyên li Lubnanê li ber avahiya Komseriya Bilind a NY`yê ya li herêma Riyad El-Silih ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakî li dar xist.

Li Lubnanê Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê çalakî li dar xistin
15 sibat, 2019   21:03

BEYRÛT

15`ê Sibatê salvegera 21`an a komploya navneteweyî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan bi komployekê ku istixbaratên gelek dewletan tevlê bûbûn di serî de Tirkiyê di sala 1999`an de dîl hate girtin. Gelê Kurd wê rojê bi `Roja Reş` bi nav dikin û her sal Kurd û dostên wan wê rojê şermezar dikin.

Bi sedan Kurdistaniyên Lubnanê tev li çalakiyê bû û wêneyên Ocalan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û pankartên şermezarkirina komployê hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre çalakvanan daxuyanî dan raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Ehmed El-Elî ve hate xwendin.

Navaroka daxuyaniyê wiha ye;

 “Ji du serdeman ve û civaka navdewletî li hember komplpyê bêdeng e. Komploya navneteweyî têkbirina projeyên demokratîk û aştiyê li Rojhilata Navîn armanc dikir.

Piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê  dewletên komploger ve û radestkirina wî ji dewleta Tirk re, heman dewletan li Rojhilata Navîn bi hinceta guhertinê şer di navbera pergalên dîktetor û gelên bindest de gur kir û tevlihevî li herêmê belav kir û gel tenê berdêla van şeran dide.

Ocalan bi fikrên xwe hewl da çareseriyek bingehîn ji wan pirsgirêkan re peyda bike, da ku herêmê ji kerastên di encama pêşketina tundiyê û terorê de xilas bike.

Piştî wêranbûna herêmê û belavbûna xeteriya terorê li tevahiya herêman û heta li dewletên ku desteka wan dikin, diviyabû ku hêzek rê li pêşiya vê berfirehbûnê bigire ava bibe.

Terorê desteka xwe ji gelek dewletên herêmî û cîhanî girt di serî de dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê. AKP`ê her tim hewl da serdema Osmaniyan vegerîne.

Civaka navdewletî, rêxistinma mafên mirovan û Desteya NY`yê berpirsên xeteriya li ser feylesûfê mezin û mêrê aştiyê yê tekane di cîhanê de ne. Em li hember bêdengiya raya giştî ji binpêkirinên Tirkiyê ji nirxên mafên mirovan re matmayî dimînin. Her kes guh û çavên xwe ji tevahiya çalakiyên şermezarkirina tecrîdê girtine.

Ji vir ji Beyrûtî em berxwerdana parlamentera Kurd têkoşer Leyla Guven silav dikin. Leyla bi çalakiya xwe hewl dide tecrîdê bişkîne. Her wiha em berxwedana tevahiya çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin û em dibêjin hûn ê bi serkevin.

Em binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst der heqê gelê Kurd de û dagirkirina Efrînê şermezar dikin. Civaka navdewletî, rêxistina mafên mirovan û Desteya NY`yê berpirsên çaranûsa Ocalan in. Em bang li wan dikin ku rewşa wî eşkere bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku li masaya diyalogê rûne û çareseriyek adil û demokratîk ji doza Kurd re were dîtin.”

Di dawiyê de çalageran daxuyanî radestî endamên Komseriya Bilind a NY`yê kir.

(şx)

ANHA