Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata endamê rêveber ê Polîsa Tirafîkê Hozan Silêman re xwest. Şênî soza şopandina rêya şehîd di paratina welat de da.

Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest
Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest
Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest
Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest
Şêniyên Tirbespiyê û Qamişlo sersaxî ji malbata Hozan Silêman re xwest
15 sibat, 2019   16:45

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişlo serdana konê sersaxiya endamê rêveber ê Polîsa Tirafîkê şehîd Hozan Silêman kir. Konê sersaxiyê li gundê şehîd li Til Şiîrê hate vedan. Şehîd Hozan Silêman di encama qezeya tirafîkê de dema li ser erka xwe bû şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Xweser hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Meclisa navçeya Tirbespiyê Elî El-Hiwar, Kongreya Star endama rêveber Xalya Eyûb axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Her wiha destnîşan kir ku şehîdan bi rêya xebat û têkoşîna xwe hewl da ewlehiya herêmê ji siyastên dijminan ên ku dixwazin ewlehiya wê têk bibin, biparêzin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîd Hozan Silêman navê xwe di dîroka şoreşê de xêz kir û dê hertim di bîra şêniyan de zindî bimîne.

Ji aliyê xwe ve fermendarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê Botan Kobanê soza berdewamkirina rêya şehîd Hozan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA