Tevî hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê li herêmên “bêçek” binpêkirin zêde dibin

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku li herêmên bêçek yên Sûriyê binpêkirin çêdibin û herêm ji aliyê hêzên rejîmê ve hate tpobarankirin.

Tevî hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê li herêmên “bêçek” binpêkirin zêde dibin
12 sibat, 2019   13:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan, hêzên rejîmê nêzî 105 mûşek li herêmên derdora bajarokên Çerçinaz û Teh ên rojhilatê Mieret El-Nûman, herêmên derdora Xan Şêxûn, bajarokê El-Temana, bajarok û gundên Bierbo, El-Fercê, El-Xiwîn û El-Zerzûr ên rojhilat û başûrê Idlibê, barandine.

Hemwext hêzên rejîmê guleyên çekên giran avêtin deverên li gundê Til-Xezna yê rojhilatê Idlibê, her wiha herêmên li derdora gundê Cisir Bêtilras a li deşata El-Xab ê bejahiya bakur-rojavayê Hemayê û bajarokê Keferzîta yê bakurê Hemayê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate topbarankirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî di navbera Rûsya û Tirkiyê de liv û tevgereke lezgîn di derbarê Idlibê çêbû, binpêkirinên li herêmên”bêçek” zêde dibin. Duh wezîrên parastinê yên her du welatan Sergey Shoygu û Hilusî Akar li Enqerê hatin ba hev.

Rûsya di mijar Idlibê de nerazîbûnên xwe li hember Tirkiyê nîşan dan û dibêje ku Tirkiyê hevpeymana Idlibê bicih neaniye.

(kn)