Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li nêzî parêzgeha Idlibê li ser sînorê Tirkiyê, sivîlên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin gulebaran kirin. Di encam de jinek hat kuştin û hinek sivîlên din jî birîndar kirin.

Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin
Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin
Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin
Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin
Dagikeriya Tirk jineke Efrînê kuştin û hinek sivîl jî birîndar kirin
12 sibat, 2019   13:45

ŞEHBA

Jina bi navê Hude Murad ji şêniyên gundê Cilbirê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, duh bi 10 ji şêniyên Efrînê  re hewil dan xwe li ser sinorê nêzî parêzgeha Idlibê re bigihînin Tirkiyê. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li sivîlan reşandin. Di encam de jina bi navê Hude bi guleya ji zikê xwe xwarî jiyana xwe ji dest da û hin sivîlên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku bi destketine, Hude û yên pê re ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, bere xwe dabûn Tirkiyê. Her wiha piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin, tevlîhevî ji Efrînê xilas nabin, çete û leşker malên gel talan û wêran dikin, şêniyan direvînin û gelek binpêkirinan dikin. Heman demê de li Efrînê ji ber dagirkeriyê derfetên kar tune û gel bi perîşanî dijî.

Ev buyer a duyemîne ku di navbera van du rojan de piştî kuştina keçika bi navê Lovîn Xelîl Nûrî ya ji gundê Keferûmê ya girêdayî navçeya Şera û hê jî rêçên wê ne diyar in, rû dide.

Hê jî çarenûsa birîndarên ligel şêniya bi navê Hude ne diyar e.

(fr/bm) 

ANHA