Îlham Ehmed piştî Amerîkayê çû Fransayê

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed piştî serdana wê li Amerîka bi dawî bû, berê xwe da Fransayê.

Îlham Ehmed piştî Amerîkayê çû Fransayê
12 sibat, 2019   13:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Îlham Ehmed serdana Amerîkayê kirbû û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û gelek berpirsên Amerîkî re hevdîtin pêk anîbû.

Piştî ku Îlham Ehmed serdana xwe ya li Amerîka bi dawî kir, berê xwe da paytexta Fransa Parîsê.

Çavkaniyan ji ajansa me re destnîşan kirin ku tê payîn Îlham Ehmed li Qesra Elysee bi berpirsyarên Fransî re hevdîtinê pêk bîne.

(jo/bm)

ANHA