Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku dema ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker gefên li dijî bajarê Minbicê zêde dike, çeteyên wî jî nuqteyên wan ên li ser xeta El- Sacûr dikin hedef.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çeteyên Tirkiyê ji nava malan êrîşî me dikin
12 sibat, 2019   12:13

MINBIC

Şeva derbasbûyî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û sivik êrîşî gundê Ereb Hesen ê li ser xeta El-Sacûr a dikeve bakur rojavayê bajarê Minbicê kirin. Di encam de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi sivikî birîndar bûn.

Li ser dubarebûna êrîşên çeteyan li ser noqteyên Meclisa Leşkerî, nûçegîhanên ajansa me li xeta Sacûrê bi hin şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê re hevdîtin çêkirin.

Şervanê bi navê  Ebo Heleb El-Mehmûd li ser şerê ku şeva derbasbûyî di navbera wan û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de pêk hat got: “Çete ber bi nuqteyên me ve hatin. Di dirêya 400 meter de ji hundirê gundê Ereb Hesen bi çekên giran û sivik êrîşî nuqteyên me kirin.”

Ebo Heleb gotinên wiha domand:"Em sozên xwe nû dikin ku em ê parastina gelê xwe bikin, çi êrîş li ser herêmên me yên rizgarkirî bên ew ê parastina sivîlan, mal û milkên wan bikin."

Şervanê bi navê Soro Ehmed ku li noqteyên çemê Sacûrê dimîne teqez kir ku çeteyan di nava malên sivîlan de êrîşî wan kirine û reviyan e. Soro destnîşan kir ku armanca çeteyên Tirkiyê ji gule reşandina di nava malan ew e ku sivîlan weke mertalên zindî bikar bînin, bihêlin sivîl bibin qûrbanî û bihêlin derewan belav bikin.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku nexwest navê xwe eşkere bike teqez kir ku dema Serokkomarê dewleta dagirker a Tirk gefên xwe li bajarê Minbicê re zêde dike, çeteyên wî yên bi navê “Mertalên Firatê” dest bi hedefgirtina noqteyên wan ên li ser xeta El-Sacûr dikin, da ku derbeyê li ewlehiya herêmê bixin.

(jo/bm)

ANHA