Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin

"Me ji tuneyî gulên zivistanê afirandin" Navnîşana yekemîn pêşangeha huner û karên destan ku li bajarê Tebqyê hate lidarxistin.

Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
Li Tebqayê yekemîn pêşangeha huner û karên destan hate vekirin
12 sibat, 2019   12:05

TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê yekemîn pêşangeha karên dest û berhemên hunerî vekir.

Pêşangeh li hola navedê hate lidarxistin. Di pêşangehê de tabloyên hunerê û karên dest ku ji bermahiyan hatina afirandin hatin pêşandan.

Nûnerên rêveberiya sivîl, partiyên siysî rêxistinên jinan û bi dehan welatî beşdarî pêşangehê bûn.

Di despêka pêşangehê de, beşê şanoyê şanoyeke komedî pêşkêş kir. Di şanoyê de bi awayekî pêkenok kesayeta "Karakoz û Îwaz" ku yek ji wan kesayeta nezan yek jî kesayeta rewşenbîr dide nasîn hate pêşandan.

Piştî pêşandana şanoyê, pêşangeh ji aliyê şervanê Hêzên Sûriyê Demokratîk Hesen Reqa ku di şerê li sijî DAIŞ`ê birîdar bûbû, hate vekirin.

Beşdarên pêşangehê li hola pêşangehê geriyan û tabloyên hunerî û karên destan temaşe kirin.

Di dawiya pêşangehê de, koma hunerên gelêrî ya Tebqayê derketin ser dikê û çend stranên gelêrî yên herêma Firatê pêşkêş kirin.

Pêşangeh bi stran û dîlanê bi dawî bû.

(kn)

ANHA