Juan Guido: Dê têkiliyên dîplomasî yên bi Îsraîlê re bên nûkirin

Serokê parlamenterê Venezuela Juan Guido yê ku ji bo serokatiyê xwe pêşniyar kiriye ragihand ku wî dest bi sepandina têkiliyên dîplomasî yên bi Îsraîlê re kir û got ev gavek girîng û pêwîst e.

 Juan Guido: Dê têkiliyên dîplomasî yên bi Îsraîlê re bên nûkirin
12 sibat, 2019   12:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Guido ji rojnameya”Îsraîl El-Yuom” re axivî û got:"Ez bi kêfxweş û serbilind im ku ragihînim têkiliyên bi Îsraîlê re tên sepandin û berdewam in. Ev jî ji bo me girîng û bijarteya me ya stratejîk e."

Guido wiha lê zêde kir:" Destpêkê têkilî wê bên nûkirin û piştre dê baylozê xwe  li Îsarîlê eyar bikin, lê divê balyozxaneya me li El-Qudisê be. Em hêvîdar in ku balyozê Îsraîlê were welatê me.”

Venezuela di dema şerê Îsraîlê ya li ser Xezayê sala 2008-2009’an de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re birî bû.

(fr)