‘Fikra Ocalan komplo têk bir’

Jinên kantona Şehbayê teqez kir ku gelên herêmê fikra Ocalan a azadiyê û demokrasiyê ji xwe re kir bingeh û bi vê yekê Komploya Navdewletî têk bir û soza têkoşînê û berdewamkirina çalakiyan heya rakirina tecrîda li ser Ocalan û azadiya wî dan.

‘Fikra Ocalan komplo têk bir’
11 sibat, 2019   07:12

ARŞÎN NECAR - FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Piştî belavbûna fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê, di 15`ê Şibata 1999`an de bi komployeke navdewletî Ocalan dîl hate girtin. Dewleta Tirk di çend salên dawî de, tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye û hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe dike. Ocalan bi fikrên xwe rizgariya tevahiya gelên Rojhilatê Navîn, rizgariya jinan ji zîhniyeta mêrdestiyê û diyarkirina rola wan a sereke û pêşeng di civakê de armanc dike.

Têkildarî mijarê jinên kantona Şehbayê ji tevahiya pêkhateyan, destnîşan kir ku komplo negihîşt armanca xwe, bi hevgirtina pêkhateyan û bicihanîna fikra Ocalan komplo têk çûye.

Jina bi navê Menal Şêxo ya ji pêkhateya Tirkmen diyar kir ku wê beriya 3 salan fikra Ocalan û kesayeta jinan a rastîn nas kiriye. Menal destnîşan kir ku piştî ew tê gihîştiye rola jinan a mezin di hemû waran û qadan de, êdî jinan hebûna xwe li ser erdê bi gotin û kirinê îsbat kiriye. Di dawiya gotinên xwe de Menal anî ziman ku ew bi fikrên Ocalan bawer in û kesayetên wan mîna berê nemane û wiha got: "Em ê dest ji fikra wî ya azad bernedin. Wî jî Komploya Navdewletî û armancên wê têk birin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Yesmîn Qalî Şerwa ya ji pêkhateya Ereb, diyar kir ku wan piştî fikra Ocalan nas kiriye, fikrên xwe azad kirine û ji zîhniyeta desthilatdariyê ya ku dewletên kapîtalîst hewl didin di civakê de bi cih bikin, xwe jê xilas kirine. Yesmîn tekez kir ku ew ê heya azadiya Ocalan û tevahiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, li ber xwe bidin.

Jina bi navê Bedriye Welo ya ji pêkhateya Kurd jî got piştî Komploya Navdewletî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di encamê de dîl hate girtin, gelên bi Ocalan bawer, gelek fedakarî dane û hîna jî didin û wiha domand: "Wek jin bi naskirina fikrên Ocalan em xwe xwedî şans in. Ev îsbat dike ku komplo têk çû û heta niha piştî 20 salan negihîşt armancên xwe."

Bedriye Welo soza berdewamkirina têkoşînê, belavkirina fikr û felsefya Ocalan û xwebirêxistinkirinê li ser van bingehan heya azadiya Ocalan da.

(şx)

ANHA