ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2019
11 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Cenazeyê şervanê YPG‘ê Dilbirîn Hac Yûnis bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê wê were veşartin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve sala 21‘an de şermezar dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi destpêka werza duyemîn a perwerdeyê re, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kanotna Şehbayê bi mebeta ku zarokan teşwîq bike ku biçin dibistana hemleyekê dide destpêkirin. Hemle li dibistana navçeya Ehdasê dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Dibistanan a herêma Cizîrê turnoveyeke fubolê ji xwendekarên dibistanên bajarê Qamişlo yên seretayî re li dar xistin. Turove li Stada Heysem Kico tê lidarxistin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek şêniyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de dimînin teqez kirin ku tevî hemû zehmetiyan ew ê heta rizgarkirina Efrînê li dijî dagirkeriya Tirkiyê li berxwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokeşîrê Henada got, Tirkiyê terorê derbasî herêmê kirin û daxuyaniyên wê yên li ser "Herêma ewle" derew in û ji her kesî re eşkere ye. Serokeşîrê Henadayê teqez kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramiyê de dijîn, lê ev li rihetiya Tirkiyê nayê, ji ber vê yekê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Amûdê ji bo piştgiriya Leyla Guven û şermezarkirina komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê dide destpêkirin, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destê xwe cenazeyê hevser û zarokê xwe yên ku bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin, veşart. Mîna bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê ewlehî di gundê xwe de di dema dagirkeriya DAIŞ`ê de nedît, ji ber wê neçar man berê xwe bide bajarê Helebê. Niha tevlî 8 zarên xwe li Helebê bi cih bûye û dibêje: "Gelek deteyên bi êş di hişê min de mane." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên kantona Şehbayê teqez kirin ku komploya navdewletî ya li dijî Ocalan pûç bû û soza berdewamkirina çalakiyan heta azadiya Ocalan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

VÎDIOGRAFÎK

-Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê nexweşxaneyeke taybet a dil û çavan vekir. Di nexweşxaneyê de alavên pêşketin hene û kadroyên pispor tê de dixebitin. Nexweşxane bi buhayê ji nexweşxaneyên dîtir nexweşxan derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Jinên Ciwan a kantona Kobanê bi wesîleya salvegera komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Qada Jin a bajarê Kobanê destpê dike, saet 11:00. Bi heman armancê li navçeyên kantona Kobanê semîner têne dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên pêşengeha karê destan ku bi dirûşmeya "Me ji tinebûnê hebûn afirand" li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê tê lidarxistin didome, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê xwestin ku li bajar cihên ji bo xwendina pirtûkan bên diyarkirin. Ji aliyê xwe ve Yekîtiya Rewşenbîran teqez kir ku wan xwesteka şêniyan kirine plansaziya xwe û di demek nêz de dê projeyê bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên bajarê Minbicê bi rêya Navenda Çand û Hunerê hewl didin çanda xwe ji nû ve vejînin. Navend jî bi rêya vekirina dewreyan ku kesên pispor tê de perwerdeyê didin, hewl dide her pêkhateyek xwe bigihîne çand û hunera xwe ya taybet. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajaroka Hedadiyê pira ku bajarokê dighîne 45 gundan serest kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş ji destpêka hatiya vekirin heta niha 370 nexweş pêşwazî kirin. Niha amadekariyan dike ku banka xwînê û beşê rontgenê "eşîa" veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA