Li Baxoz şer giran e

Li gundê Baxoza Jorîn, şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de rû didin.

Li Baxoz şer giran e
10 sibat, 2019   19:32

DÊRAZOR

Nûçegihanên me ku Pêngava Bagera Cizîrê dişopînin, ragihandin ku di van kêliyan de li gundê Baxoza Jorîn şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin.

Nûçegihanan diyar kirin ku şervanên QSD‘ê gelek deverên nû û hejmarek sivîlên ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar tînin rizgar kirin.

ANHA