Li Idlibê ala Tirkiyê û Cebhet El-Nura bi hev re

Li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, di wêneyekê ji axaftina fermandarekî komeke çeteyan bi navê "Umer Abdullah" de ala Tirkiyê û Cebhet El-Nusrayê xuya dike.

Li Idlibê ala Tirkiyê û Cebhet El-Nura bi hev re
Li Idlibê ala Tirkiyê û Cebhet El-Nura bi hev re
Li Idlibê ala Tirkiyê û Cebhet El-Nura bi hev re
10 sibat, 2019   21:49

NÛRHAT HESEN / NAVENDA NÛÇEYAN

Di wêneyên ku hatine bidestxistin de, serçeteyê Koma "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" di axive û li kêleka wî alên Cebhet El-Nusra û dewleta Tirk xuya dike.

Çavkaniyê ku wêne radestî me kiriye diyar kir ku "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" di nava 2016 û 2017 hatiya avakirin û erebeyên "panther" ya Tirkiyê wergirtin û di bin sîwana El-Nusra û Tirkiyê de tevdigere.

Heman çavkaniyê destnîşan kir koma "Lîwan Sultan Ebdulhemîd Xan" niha di nava çeteyên "Mertala Firatê" dixebite ku Tirkiyê wê wekî terorîst nabîne. Lê wêneyên ku hatine bidestxistin eşkere dike ku "Lîwa Sultan Ebdulhemîd Xan" girêdayî El-Nusra û li herêmên Cerablus, Ezaz, Bab di bin banê "Mertala Firatê " de dixebite.

Parêzgeha Idlib a rojavayê Bakurê Sûriyê bûye wergreha terorîstan, di serî de çeteyên Cebhet El-Nusra ku tevahî Idlib, gundewarên Heleb, Laziqiyê û Hemayê xistiye bin kontrola xwe. Çavdêr dibînin ku Idlibê niha xakîngariya herî xeternak e ku terorst serweriya wê dikin.

ANHA