‘Leyla Guven bi greva birçîbûnê şerê zulm û desthiltdariyê dike‘                            

Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku berxwedêr Leyla Guven  ji bo azadiya jin û mirovahiyê bi greva birçîbûnê şerê desthiltdariyê û faşîmzeyê dike û rêyên tijî xeter derbas kir. Meclisa Jinên Sûriyê bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî şideta li ser jinan tecbîr bigirin.

‘Leyla Guven bi greva birçîbûnê şerê zulm û desthiltdariyê dike‘                            
10 sibat, 2019   18:44

QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyê bi armanca piştgirdayîna çalakiya greva biçîbûnê ya Leyla Guven ku zêdeyî 3 mehin ji bo rakirina tecrdîkirina Rêbrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, daxuyanî da. Daxuyanî li navenda Têkiliyên Giştî ya bajarê Qamişlo bi amadebûna bi dehan endamên meclisê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan ji aliyê Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Rola jin di dîroka tevgerên rizgariyê de diyar e. Jinan di pêvajoyên têkoşînê de fedekariyên mezin dan û ji bo azadî û serxwebûnê şer kirin. Di pêvajoya aloziya Sûriyê ku ev 8 sal in dewam dike de jinên Sûriyê xwe rêxistin kirin û rêxistinên jinan û civakî ava kirin û ji bo mafê xwe û xilaskirina jinan ji kevneşopiyên paşverû têkoşîneke mezin dan meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan mafê xwe bi dest xistin û şehîd dan û hewl didin ku hemû jinên Sûriyê bighêjin vê radeya ji serkeftinê.

Tevgerên jinan yek ji pêkhateyên tevgera demokrasiyê ye, eniyeke girîng li hemberî desthiltdariya vekirin û dosyaya girêdayî jinan vekirin, doza jin veguherî dozeke sereke di guhertin û veguhertinan de, asta pêşketina her civakekê yekser girêdayî asta pêşketin û rizgarkirina jinan.

Di vê çarçoveyê de têkoşer Leyla Guven bi armanca azadiya jin û mirovahiyê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bêveger ku ketiya roja xwe ya 95 an de ragihand. Leyla Guven bi têkoşîna xwe rêyên bi xeter derbas kirin û bi birçîbûna xwe li hember zulm û desthilatdariyê şer dike da ku ji her kesî re û ji jinên re bibe pêşeng.

Çalakgerên girevên birçîbûnê bi navê hemû kesên ku rastî zulm û binpêkirinan tê diaxivin. Rengek ji berxwedanê ye. Hikûmeta AKP‘ê hewl dike bi bêhêzkirina jinan desthiltdariya xwe xurt bike û jinan ji qadên jiyanê dûr bixin û wan neçar bike ku di bin fermana zilam de be.

Bi vê rengî, hikûmetên herêmê hewl didin fikrê jinan azad tine bikin û wan ji civakê dûr bixin. Jin di kar û di mal de rastî şidetê tê, dixwazin tevgerên jinan tine bikin da ku di civakê de wê bê qîmet bihêlin. Hikûmeta Erdogan baş dizane ku civakeke azad ne li gorî desthiltdariya wê ye, ji ber vê yekê hewl dide derbeyekê li şoreşa jinê bixwe, dizane ku serhildana jin dê faşîmzê têk bibe.

Dema em rewşa jin di qada siyasî li Tirkiyê bişopînin, em dibînin ku Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven û hevşeredar di girtîgehên desthiltdariya Tirkiyê de ne. Ev caran yekemîn e di dîrokê ku hejmara girtiyên jin dighêje vê astê, ev yek diyar dike ku jin êdî teslîmkariyê qebûl nake. Lê hikûmeta Erdogan têkoşîn û hebûna jin red dike. Bê guman têkoşîna jin wê bi serkeve.

Dewleta Tirk destek da komên terorîst û bi çek girtin, paşê derbasî herêmên kirin, Cerablus, Bab, Efrîn dagir kirin û gefên dagirkirinê li xaka Sûriyê dixwe, xaka Sûriyê, têkiliyên cîrantiyê bin pê dikin û qanûnên navdewletî û peymanên neteweyên yekbûyî derbas dike.

Li ser vê yekê têkoşîna jin a ji bo azadî û wekheviyê beşek ji têkoşîna demokrasiyê li hemberî desthildarî û faşîmê ye, heger ku em bixwazin demokrasiyê pêk bînin, dê rola jin di têkoşînê de sereke be. Jina azad civakeke azad diafirîne, bêyî azadiya jin rêya azadiyê ne pêkan e. Ev têkoşîn dê li hembrî hemû siyaetên ku jinan dike hedef dê berdewam e. Wekî Meclisa Jinên Sûriyê em piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven li hemberî fikrê faşîst û destiltdar dikin, ji bo azadiya jin û mirovan em ê di yek xendeqî de li kêleka wê bin. Her wiha em piştgiriyê didin têkoşîna her jinekê ku li rêya azadiyê hildibjêre.

Em bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî dikin ku ji bo mîsogeriya azadiya jinan û rawestandina şidetê tecbîran bigirin.

ANHA