Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim

Di turnovaya Şehîd Halim a futbolê de tîma dibistana Raxib Harûn piştî ku li beramberî tîma dibistana El-Menare 3-2 biserket bû yekemîn.

Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
Tîma Raxib Harûn bû şampiyonê turnoveya Şehîd Halim
10 sibat, 2019   17:04

MINBIC

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbicê bi hevkariya Yekîtiya Werzîşê di 22`yê Çileyê de turnoveya futbolê bi navê Şehîd Halim dabû destpêkirin. 30 tîm ji dibistanên seretayî yên Minbicê tev li turnovayê bûn.

Îro maça dawîn li stada 15‘ê Tebaxê li navenda bajarê Minbicê di navbera tîma dibistana El-Menara û tîma dibistana Raxib Harûn de hate orgenîzekirin. Bi dehan endamên komîteyên û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbicê û zarokan ji bo temaşekirinê maçê amade bûn.

Maç bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî ku komek zarokên lîstokvan ên tîmên dibistanan berhemên xwe pêşandan, maç destpê kir. Dema her maçekî 25 deqe bû. Her du tîm di bin baranê de lîstin.

Di dawiyê de tîma dibistana Raxib Harûn bi encama 3-2 biserket û di turnovaya Şehîd Halim de bû yekemîn. Di dawiya maçê de Yekîtiya Werzîşê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê her du tîman xelat kirin.

Tê destnîşankirin ku armanc ji turnovayê ew e ku şarezayên werzîşî li gel xwendekarên dibistanan werin geşkirin û lîstokvanên pispor ji bo kuloba Minbicê werin veqitandin.

(şx)

ANHA