Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî cenazeyê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Mahir û Elî yên ku li navçeya Silûkê şehîd bûbûn li Goristanan Şehîd Mehmûd Timê veşartin.

Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin
Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin
Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin
Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin
Şêniyên Girê Spî cenazeyên şehîdên Erka Xweparastin veşartin
10 sibat, 2019   16:57

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên Kantona Girê Spî bi merasîmeke girseyî cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mahir El-Idbis (Kendal Zeydî) û Elî El-Celid ên ku di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ`ê de li navçeya Silûkê dema li ser erka xwe bûn şehîd bûne, oxir kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl û fermendarê Hêzên Erka Xweparastinê Cemal Kobanê axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî  axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Rêhevalên şehîdan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin ser milan û di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan spartin axê.

(şx)

ANHA