Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin

Edamên HPC-Jin ên kantona Hesekê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah protestokirin.

Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
Li Hesekê û Helebê komploya navdewletî hate protesto kirin
10 sibat, 2019   16:41

HESEKÊ

Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) yên herêmên kantona Hesekê ji bo şermezarkirina komploya navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek navendî li navçeya Til Temirê li dar xistin.

Meş ji rawestgeha gundê Til Hefiyan ber bi gundê Til Nesrî ve dest pê kir. Di meşê de alên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hildan. Di wê navberê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe, bijî berxwedana girtîgehan, bijî berxwedana Leyla Guven dihatin berizkirin û pankartên bi nivîsên "Em tecrîdê rakirin, faşîmê hilweşînin û netewa demokratîk ava bikin û Hêzên Parastina Cviakê dê bendên mêtîngerî bişkînin" vekirbûn.

Meş li stada gundê Til Nesrî rawestiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Kongreya Star Welîda Botî axivî.

Welîda Botî anî ziman ku armanca komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê ye û diyar kir ku fikr û felsefeya Ocalan bangî azadiya jinê, jiyaneke wekhev li gorî netewa demokratîk dike.

Welîda Botî di dawiya axaftina xwe de got, wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê şopdarên xeta Ocalan bin û dê wî azad bikin.

Rêvebera Kongreya Star a kantona Hesekê Jiyan Îbrahîm jî axivî û got, Ocalan girîtgeh veguherand dibistana fikr û felsefeya azad û netewa demokratîk û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê xwest bi vê tecrîdê Ocalan û gel ji hev qut bike û planên xwe yên mêtîngrî pêk bîne."

Jiyan destnîşan kir "Wekî jin em li derdora Ocalan bibin xelekên ji agir û wê azad bikin, ji ber ku azadiya me ji azadiyê Rêber Ocalan e."

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina komploya navdewletî û banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi pêşengtiya HPC-Jin û koordîneya Kongreya Star ji bo şermezarkirina komploya Navdewletî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Meş bi dirûşmeya "Sonda me em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bi hemû pêkhateyên wê "Kurd, Ereb, Tirkmen" endamên saziyên sivîl, hevdîtina olan, nûnerên partiyên siyasî ku cilên Hêzên Parastina Civakî li xwe kiribûn beşdarî meşê bûn. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven, alên Kongreya Star, HPC, pankartên "Bi berxwedana Leyla Guven û serildana Şêladizê em ê komplo têk bibin, tecrîê bişkînin û faşîzmeyê hilweşînin" hatibû vekirin.

Meş ji ber hola civînana  rojavayê taxê dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriya. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe, bimere Erdgoan, gel azadiya Ocalan dixwaze û bijî Berxwedana Serdemê" dihatin avêtin.

Meş li Qada Rêbertî a beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin bi navê Hêzên Parastina Civakî ya Jinê Nesrîn Reşîd axivî. Nesrîn anî ziman ku komploya li dijî Ocalan hate kirin di heman demê de li dijî hemû gelên bindest, di serî de jin e û got, "Komplo derbasî sala xwe ya 21‘an dibe lê gelê Kurd û Rêbertî serî ji komployê re xwar nekirin, lê belê li hemberî wê sekinîn û xeta têkoşînê dewam kirin."

Nesrîn Reşîd di dawiya axaftina xwe de got: "Ji vir ji keleha berxwedanê em berxweana çalakgerên grevên birçîbûnê silav dikin."

Komplo negihişt armanca xwe

Bi navê Kongreya Star Fatima Hesen diyar kir ku komplo negihişt armanca xwe û wiha got, "Rastiya vê yekê li Rojava diyar dibe, gel fikr û felsefeya Rêbertî esas girtin û li ser wê xebatên xwe dimeşînin."

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA