Sivîlên gundê Baxozê xwe li herêmên bi ewle digirin

Bi sedan sivîlên gundê Baxozê ku şerên giran lê diqewimin xwe li herêmên bi ewle yên ji hêla QSD‘ê ve hatine rizgarkirin, digirin.

Sivîlên gundê Baxozê xwe li herêmên bi ewle digirin
Sivîlên gundê Baxozê xwe li herêmên bi ewle digirin
Sivîlên gundê Baxozê xwe li herêmên bi ewle digirin
Sivîlên gundê Baxozê xwe li herêmên bi ewle digirin
10 sibat, 2019   16:10

DÊRAZOR

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh operasyona dawî li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li gundê Baxozê yê dikeve rojhilatê bajaroka Hecînê ragihand. Şervanên QSD`ê îro 200 sivîl ku praniya wan jin û zarokin ji gundê Baxozê ku çeteyên DAIŞ’ê tê de asê mane rizgar kirin. Her wiha zêdeyî 2 km2  gundê Baxozê rizgar kiribû.

Ji seatên sibehê ve bi sedan sivîlên gundên Baxozê xwe spartin herêmên bi ewle yên ku aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin.

Şervanê QSD‘ê Eymen El-Esaf diyar kir ku ji vê sibehê ve sivîlên gundên Baxozê bi rêya korîdora mirovî ku QSD‘ê vekirbû ber bi herêmên ku rizgarkirine direvin û anî ziman ku şervanên QSD‘ê destpêkê wan kontol dike, bê ka çeteyên jî di nav wan de hene, paşê wan derdixin cihên bi ewle.

Şervanê QSD‘ê Eymen El-Esaf diyar kir ku bi sedan sivîl hîna mane û çeteyên DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zindî bi kartînin, ji ber vê yekê pêngav bi derengî û baldarî pêşde diçe.

ANHA