Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mûtez El-Hoşan (Kara Qamişlo) yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr spartin axê.

Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez li Tirbespiyê hat veşartin
6 sibat, 2019   19:26

QAMIŞLO

Girseya gelê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Mûtez El-Hoşan (Kara Qamişlo) ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugurê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmê oxirkirinê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir û ji aliyê şervanên YPG‘ê ve toraneke leşkerî hat lidarxistin.

Bi navê Hêzên Leşkerî ji fermandarên YPG‘ê Şêx Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz şopandina rêya şehîdan dan.

Şêx Qamişlo di nava axaftinên xwe de got,"Dijmin her tim hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmên de derxîne, lê bi hevgirtina gelan wê hewldan neghêjin serî. Em ji şer û mirinên natirsin, lê tirsa me ew e ku gelê me di bin zulmê de bijîn.Hevalê me yê şehîd ne şehîdê yekem e, me gelek şehîdan û em ê heta dawiyê şopdarên xeta wan bin."

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan, bavê şehîd Murşid, Ebdulhelîm Hisên axivî û got, "Bi qasî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin em tevlêbûna wan a Meclisa Malbatên Şehîdan pîroz dikin. Ji bo azadiya gelê xwe em ê hê jî berdêl bidin."

Bi navê malbata şehîd Mûtez, kurê ampê wî Fîdayî El-Hoşan soza da ku ew xeta şehîdan bedewam bike.

Paşê nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan hat veşartin.

Konê sersaxiyê yê şehîd Mûtez El-Hoşan sibe saet 12:00‘an li gundê Hilwa Cedîda tê vedan.

ANHA