Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan

Rûspiyên navçeya Til Birakê gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û teqez kirin ku li hemberî gefên li ser herêmên ew ê destekê bibin QSD‘ê.

Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
Rûspiyên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo QSD‘ê nîşan dan
6 sibat, 2019   18:39

QAMIŞLO

Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD‘ê bi beşdarbûna şêx û rûspiyên navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo "Hevdîtina şêx û rûspiyên Til Birakê û gundewarên wê li hemberî dijminahî û destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de" li dar xist.

Rûspiyên êlên Begara, Şerabîn, Xatûniy, Bû Xetab, Bû Elî, Hesen, Mehasin, Cihêş, Cibûr, Tufêhîn û endamên Buroya Tikiliyên Giştî ya QSD‘ê di hevdîtinên de amade bûn.

Ji fermandarên QSD‘ê Cewher Sabit axivî û anî ziman ku serkeftinên li ser erdê hatine bidestxistin berhemên fedekariya keç û xortên herêmê ne, ku roleke sereke di parastina ewlehiya herêmê ji gefan lîstin.

Cewher her wiha bal kişand ser rola eşîreyan di parastina biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de.

Ji aliyê xwe ve rûspiyan diyar kirin ku ew destwerdana Tirkiyê de herêmê de red dikin û gotin, ew ê hermên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, vegerin.

Rûspiyan her wiha, teqezî li ser girîngiya diyalogên Sûr-Sûrî kirin û danîna destûrek nû ji bo Sûriyê ku mafên hemû pêkhateyan biparêze, kirin.

Di dawiyê de bi navê rûspiyên navçeya Til Birakê daxuyaniyek hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê rûspiyê êla Cibûr Îbrahîm Xelef Sultan ve hate xwendin.

Rûspiyan di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û destwerdanên derve di karûbarên Sûriyê de red kirin.

Hate gotin "Tirkiyê dewleteke dagirker e, planên wê yên mêtînger ji kesî re ne veşartiye, delîlê vê yekê li herêmên ku dagirkirin e. Li hemberî planên derve em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya xweser in û destekê didin diyalogên Sûrî-Sûrî."

ANHA