Asayîşa PDK’ê çalakvanên li pêşiya NY’yê binçav kirin- Hat Nûkirin

Asayîşa PDK’ê hemû çalakvanên jin ên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de bûn binçav kirin.

Asayîşa PDK’ê çalakvanên li pêşiya NY’yê binçav kirin- Hat Nûkirin
6 sibat, 2019   18:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF‘ê Asayîşa PDK’ê hemû çalakvanên jin ên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de bûn biçav kirin.

Asayîşa PDK’ê piştî ku danê nîvro xwendekarên ku ji bo piştevaniya çalakvanan hatibûn cihê çalakiyê destgîrkirin, di saetên şevê de jî hemû çalakvan binçav kirin.

Asayîşa PDK’ê jinên endamên Meclîsa Îştare ên binçav kiribûn dersînorî Hewlêrê  dikin. Li ser vê yekê jî Meclîsa Îştar bi konvoyek wesayîtan a ji 5 wesayîtan pêk tê û bi dehan kes berê xwe didin seytereya Hewlêr ku cihê jin bên dersînorkirin û li wir daxuyaniyek bidin.

Tê gotin ku  dê li ser navê Meclîsa Îştar a Mexmûrê daxuyanî bê dayîn û di daxuyaniyê de wê helwesta Asayîş û Hikûmeta PDK’ê bê şermezarkirin û nerazîbûnên ku çawa dibe Kurdan li ser axa Kurdistanê dersînor bikin be.

Asayîşa Hewlêrê di 31’ê Çileyê de jî êrîşê çalakgeran kiribûn û çadira wan desteser kiribû. Her wiha piştî çalakî hatiye destpêkirin, li ser kampa penaberan ambargo hatibû danîn û ji kampa Mexmûrê re gotibûn, yan wê çalakiya li Hewlêrê bi dawî bikin, yan wê ambargoya ketin derketina wargehê neyê rakirin.