Jinên Dêrazorê Leyla Guven silav kirin

Jinên gundewarên Dêrazorê ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin çalakiyeke li ber avahiya Meclisa Sivîl a bajarokê Siwer li dar xistin.

Jinên Dêrazorê Leyla Guven silav kirin
6 sibat, 2019   18:10

DÊRAZOR

Bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, çalakiyeke li ber avahiya Meclisa Sivîl a li bajarokê Siwerê yê gundewarê Dêrazorê hate lidarxistin. Bi dehan endamên jin ên Meclisa Sivîl, Malbatên Şehîdan, Meclisa Jin a Siwerê û Bisêra û jinên ciwan ên Siwerê beşdarî çalakiyê bûn.

Endama Meclisa Jin a bajarokê Siwerê Buşra El-Xelef daxuyanî xwend.

Buşra bi navê jinên Dêrazorê tecrîda li dijî rêberê netewa demokratîk şermezar kir û piştgiriya xwe bi çalakiya Leyla Guven re  ya li dijî faşizma Tirkiyê anî ziman.

Buşra got, "Wekî jin em ji Tirkiyê re teqez dikin ku em ji mirinê natirsin. Jinan bi îradeya xwe ya polayê bala raya giştî û cîhanê girt ser xwe. Jinan rola xwe ya pêşeng di her qadên têkoşînê de îsbat kirin. Em li vir kom bûne da ku piştgirdayîna xwe ya  Leyla Guven re ragihînin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin, her wiha em banga azadiya wî û rakirina tecrîdê dikin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Leyal Guven û banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA