Washingtonê soza parastina Kurd û mesihiyên li Bakurê Sûriyê da

Berdevka Koşka Spî Sarah Huckabee Sanders got piştî vekişîna hêzên wan ji Sûriyê jî ew ê parastina Kurd û mesihiyên Bakurê Sûriyê bikin.

Washingtonê soza parastina Kurd û mesihiyên li Bakurê Sûriyê da
31 ÇILE, 2019   13:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Koşka Spî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sarah Huckabee Sanders di bernameyeke li ser CBN a DYA’yê de wiha got: "Heta piştî vekişandina hêzên me ji herêmên Bakurê Sûriyê, dê Amerîka parastina Kurd û mesihiyan bike."

Sarah Sanders diyar kir ku Amerîka der barê vê yekê de bi hikumeta Tirkiyê re di nava têkiliyan de ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wan dest bi vekişandina hêzên xwe ji Bakurê Sûriyê kiriye.

(jo/bm)