Rojnameyekê plana DYA’yê ya avakirina herêmeke ewle eşkere kir

Rojnameyeke DYA’yê li ser zimanê rayedarên DYA’yê ragihand ku DYA dixwaze koalîsyonekê ji dewletên rojavayî çêke da ku herêmeke ewle li bakurê Sûriyê bi qasî 32 km li başûrê sînorê Tirkiyê ava bikin.

Rojnameyekê plana DYA’yê ya avakirina herêmeke ewle eşkere kir
31 ÇILE, 2019   13:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Wall Street Journal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser zimanê rayedarên DYA’yê wiha got: “DYA dixwaze koalîsyonekê ji dewletên rojavayî ava bike da ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê çêkin. Lê heta niha ev pêşniyar nehatiye erêkirin.”

Li gorî rojnameyê armanc ji avakirna herêmeke ewle ew e ku careke din DAIŞ venegere û şer di navbera QSD û Tirkiyê de çênebe.

(kc)