Partiya Muhafezkarên Demokratîk li Til Hemîsê buroya xwe vekir

Partiya Muhafezkarên Demokratîk li navçeya Til Hemîsê buroyeke xwe bi merasîmekê vekir.

Partiya Muhafezkarên Demokratîk li Til Hemîsê buroya xwe vekir
Partiya Muhafezkarên Demokratîk li Til Hemîsê buroya xwe vekir
Partiya Muhafezkarên Demokratîk li Til Hemîsê buroya xwe vekir
31 ÇILE, 2019   12:45

QAMIŞLO

Partiya Muhafezkarên Demokratîk bi armanca li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêxistin bike, îro li navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê buroyeke xwe vekir.

Rêveberên partiyê, nûnerên Partiya Nûjen a Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokrtîk û bi dehan endamên partiyan û şêniyên navçeyê tev li merasîma vekirina buroyê bûn.

Deriyê buroyê ji aliyê rêveberên partiyê ve hate vekirin.

Vekirina buroyê li kesên beşdarî vekirina buroyê bûne, li endam û rêveberên partiyê hate pîrozkirin û hêviya serkeftinê di kar û xebatên wan de hate xwestin.

Partiya Muhafezkarên Demokratîk di 28`ê Tebaxa 2017`an de hate damezirandin. Partiyê buroyên xwe li Hesekê, Şedadê û Qamişlo vekirine.

(bx/bm)

ANHA