Di roja 5’an de 40 kes tev li çalakiya grevê ya Tebqayê bûn

Di roja 5`emîn a greva birçîbûnê ya Tebqayê de, 40 endam ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqayê tev li konê çalakiyê bûn.

Di roja 5’an de 40 kes tev li çalakiya grevê ya Tebqayê bûn
31 ÇILE, 2019   12:38

TEBQA

Beriya 5 rojan şêniyên Tebqayê ji bo piştgiriya çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 85 roj e di greva birçîbûnê de ye û 239 girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 5’emîn de vê care 40 endamên komîteyên aborî, çanda û hunerî û perwerdeyê beşdarî grevê bûn. Dê çalakî 4 rojan berdewam bike.

Di çalakiyê de Rêveberiya Jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê cîgira Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Herêma Tebqayê Hûda Ewan ve hate xwendin.

Hûda Ewan diyar kir ku ew wek jinên Tebqayê di roja duyemîn de tev li greva birçîbûnê bûn û wiha pê de çû: “Em piştgiriya greva birçîbûnê ya têkoşer Leyla Guven dikin. Em piştgiriyê didin Leylayê da ku zextê li cîhanê bikin û xwestekên Leyla Guven bi cih bînin û girtiyên siyasî berdin. Greva birçîbûnê bi îradeya jinan û gelên têkoşer dê bi ser bikeve, em wek jinên Tebqayê dengê xwe bi dengê Leyla Guven û hevalên wê yên têkoşer re dikin yek. Tarîtiya zindanan li pêşiya têkoşîn û sebrê dirêj nake.”

Piştî daxuyanî bi dawî bû, hevserokê Komîteya Aborî a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Ehmed El-Silêman ku yek ji beşdarên greva birçîbûnê ye, axivî û helwesta şêniyan pîroz kir û wiha got: "Em îro bi têkoşeran re beşdarî grevê dibin ku da em hevgirtina xwe bi têkoşîna şoreşgeran re diyar bikin."

(jo/bm)

ANHA